Ji bo hevserokatiya DBP'ê Tûncel û Aslan hatin hilbijartin
Di 4'emîn Kongreya Awarte a DBP'ê de Sebahat Tûncel û Mehmet Aslan ji bo hevserokatiya nû hatin hilbijartin.
Di 4'emîn Kongreya Awarte a DBP'ê de Sebahat Tûncel û Mehmet Aslan ji bo hevserokatiya nû hatin hilbijartin.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Otela Neva Palasê 4'emîn Kongreya Awarte pêk anî, piştî axaftinên destpêkê û axaftinên mêvanan, raporên malî û xebatan hatin xwendin. Piştre derbasî rojeva hilbijartinê bûn.
Di hilbijartinê de 141 deleqeyî deng bi kar anî, hevseroka giştî ya partiyê Sebahat Tuncel û Mehmet Aslan ê ku heta kongreyê peywira alîkariya hevseroktiyê dikir, bûne hevserokên nû yên DBP'ê.
Hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat. 40 kes bûne endamên Meclisa Partiyê (MP). Navên kesê hatine hilbijartin wiha ne:
"A.Hîlmî Azîzlîoglu, Abdulbarî Karaagaç, Adnan Sari, Ahmet Eken, Aliye Kizildamar, Ayşe Çelîkbîlek, Bariş Oflas, Berat Bîrtek, Celal Yoldaş, Cemal Çaliş, Çîmen Alturk, Ecevît Odabaşi, Erol Demîrhan, Fîkriye Aytîn, Gurbet Çakir, Gulum Bayram, Hacer Ozdemîr, Alev Keklîk, Halîde Turkoglu, Hasan Vural, Hediye Kilinç, Mehmet Şîrîn Tunç, Meryem Yildiz, Rasîm Çelîk, Riza Bîlgîç, Sayin Îpekten, Sedat Çayci, Seher Tumer, Selma Surer, Semîre Kurt, Sevîm Adsoy, Şehzade Kurt, Şîrîn Altay, Teyfîk Kaçar, Turabî Şen, Turkan Esen, Ulku Baydaş, Zekî Baran, Zeynel Mat û Zuhal Tekîner."
Ji bo endamtiya Lijneya Dîsîplînê ya Navnedî jî Mehmet Nurî Ozmen, Gulistan Ensarîoglu, Hasan Dogan, Sevîm Dursun, Huseyîn Altun,Lutfiye Gurbuz û Ruken Yilmaz hatin hilbijartin.