Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re serlêdan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku miwekîlê xwe bibînin dîsa serlêdan kirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Faîk Ozgru Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo ku roja Înê miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, ku ji 1999'an û vir ve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke girankirî heye.

Ocalan piştî bi 8 salan cara pêşî 2'yê Gulana 2019'an, pişre heman salê 22'yê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an miwekîlê xwe dîtibûn.

Ji beriya Tebaxa 2019'an dewleta Tirk hemû serlêdanan bi kêfî, bi rengekî sîstematîk hatin redkirin, ji 7'ê Tebaxê û vir be 80 serlêdan hatine kirin, heta niha ti bersiv nedan van serlêdan.