Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan

Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina heftane ya asayî pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo bi muvekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk binin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayî û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliye bersiva erênî bidin, dê parêzer sibê bikarin biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevditina heftane pêk bînin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha (533 roj in) nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinan bikin. Parêzerên ku heta niha 148 hefte ne serlêdanê dikin, her tim bi hincetên "Kêştî xerabe ye", "Rewşa hewayî", "Kêştî di temîrê de ye" û "Kêştî ji temîrê hate lê belgeyên wê kêm in" tên redkirin û hevdîtin tên astengkirin.