Ji bo her sê siyasetmedarên Kurd li Londonê çalakî

Ji bo her sê siyasetmedarên Kurd li Londonê çalakî

Li ser banga Meclîsa Gel a Brîtanyayê, gelek saziyên Kurd û Tirk li paytexta Îngilîstan Londonê li hev civiyan û komkujiya li Parîsê ku di encamê de siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, bi meşekê şermezar kirin. Derdora 5 hezar kes ji Mala Gel ber bi Navenda Civaka Kurd ve meşiyan û komkujiyê protesto kirin.

Li Londonê bi hezaran kes saet di 12.00 de li gel Mala Gel li hev civiyan. Li vir deqeyek jib o sê jinên Kurd ên siyasetmedar rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê, girseya gel ji Mala Gel ber bi Navenda Civaka Kurd ve dest bi meşê kir. Di meşê de belavokên bi Kurdî, Înglîzî û Tirkî hatin xwendin û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hilgirtin.

Kurdistaniya pankartên weke “Tohildan-Întîqam”, “Qatîl Dewleta Tirk” û “Sê Siyasetmedarên Kurd ên jin li Parîsê hatin qetilkirin” vekirin û alên KCK, PKK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.

Di belavokê de hat gotin: “Em weke sazî û rêxistinên Kurd û Tirk ên ku navê wan li jêrê hatiye nivîsandin, ji bo bûyerên li Kurdistanê diqewimin, bang li piştevaniya navneteweyî dikin” Divê raya giştî ya navneteweyî bikeve dewrê û zextê li dewletên Franse û Tirkiyeyê bike ku ji bo ronîkirina vê bûyerê lezê bikin. Divê pirsgirêka Kurd bi rêyên aşitiyane bê çareserkirin."

Meş piştî daxuyaniyên bi Kurdî, Îngilîzî û Tirkî yên li ber Navenda Civaka Kurd a li Harringayê hatin dayin bi dawî bû. Di dema meşê de polîsên Îngilîz tedbîrên berfireh girt.

Piştî meşê di Navenda Civaka Kurd de panelek pêk hat. Mafparêz parêzer Margaret Owen di panelê de axivî û got: “Hemû dewletên Ewropayê û DYA dibêjin ‘PKK terorîst e’. Nexêr, PKK têkoşna gelê Kurd dimeşîne. Îngilîstan jî dest binpêkirinên mafan ên li hemberî Kurdan bernade. Heta edalet cihê xwe neke em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Li ser navê Tamîlan jî Karthick R.M. axaftinek kir û got: "Sakîne, Fîdan û Leyla ne tenê navên Kurdan in, şoreşa Kurdan in. Em weke Tamîlan heman têkoşînê dimeşînin. Têkoşîna we ji ya me ne cûda ye. Em ji cinayetê li hemberî gelê Kurd tên kirin re dibêjin na.” Karthick axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir:"Dikarin hemû kulîlkan bikujin, lê nikarin şoreşê! Bijî Kurdistan”.

Li ser navê Civaka Kurd a Înglistanê Ercan Akdal axivî û diyar kir ku sûîqesta li Parîs hatiye plankirin û ji Franseyê xwest ku divê di demek kin de berpirsên bûyerê peyda bike û aşkere bike.

Nunerê Partiya Karkerên Sosyalîst a Îngilîstanê Paul Burham jî axivî û got: “Bûyera li Franseyê qewimî terorîzm bi xwe ye.”