Ji bo grevên birçîbûnê banga bihestyariyê ya ji saziyên navneteweyî re
Endamên Ciwanên Azad ji bo balê bibin ser grevên birçîbûnê yên li Tirkiyeyê, dosyeyek pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kirin.
Endamên Ciwanên Azad ji bo balê bibin ser grevên birçîbûnê yên li Tirkiyeyê, dosyeyek pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kirin.
Endamên Ciwanên Azad, ji bo balê bibin ser çalakiyên greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ên li zindanên Tirkiyeyê, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dosyeyek pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kirin.
Endamên Ciwanên Azad ên Strasboûrgê bêdengiya li hemberî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê û tecrîda li ser Rêberê Gêlê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Ciwanan bang li raya giştî kirin ku bila xwedîtiyê li zindanan bikin û gotin: “Daxwazên wan daxwazên me ne. Ciwanên Kurd ên li Ewropayê divê xwedîtiyê li girtiyên PKK û PAJK’ê û Rêber Apo bikin.”