Ji bo girtiyên nexweş çalakiya bi kefen
Ji bo girtiyên nexweş çalakiya bi kefen
Ji bo girtiyên nexweş çalakiya bi kefen
ÎHD û TUHAD-FED ji bo balê bikşînin ser mirinên li girtîgehan rû didin, çalakiyek bi kefen lidar xistin. Di çalakiyê de ji kesên ku dibêjin ev 90 roj in nûçeyên mirinê nayê re hat gotin, "Ma hûn jiyana girtiyan ewçend hêsan dibînin. Şehabettîn Yucel, Îrfan Eskîbag, Gurgun Kûrt di nava 90 rojên dawî de mirin."
Komeleya Mafên Mirovan û TUHAD-FED şaxê Enqerê ji bo balê bikşînin ser mirinên li girtîgehan çalakiyek bi kefenan lidar xistin. Endamên TUHAD-FED û ÎHD'ê li ber YKM li hev kom bûn û BDP, SES, ÇHD, Alinterî, SYKP û xwendekaran jî piştgirî dan wan. Girseya gel pankarta bi nivîsa "Girtiyên nexweş serbest berdin" vekir û piştî ku kefen li xwe kirin xwestin ber bi Wezareta Edaletê ve bimeşin. Lê belê polêsan bi TOMA bend danîn û meşa komê asteng kirin. Li ser vê yekê komê li ber YKM çalakiya rûniştinê lidar xist.
Li dû çalakiya rûniştinê Nûnera TUHAD-FED Şaxê Enqerê Hawa Ozcan daxuyaniyek da û bibîr xist, ku li herî dawî li girtîgeha Xelatê girtiyê bi navê Gurgun Kûrt jiyana xwe jid est daye û got, "Em weke aktîvîstên mafên mirovan û xizmên girtiyan ev 11 heftene bang li Wezareta Edaletê dikin. Di nava du hefteyan de me nûçeya mirina du girtiyan girtin. Helwesta Wezareta Edaletê ya "min nedît, ne bihîst û nizanim" nirxên ku didin van mirovan nîşan dide."
Ozcan ji kesê ku dibêjin "Ev 90 rojin li welêt mirin çê nabe" re got, "Gelo hûn jiyana girtiyan ewçend bê qîmet dibînin? Şahabetîn Yucel, Îrfan Eskîbag, Gurgun Kurt di nava van 90 rojan de jiyana xwe ji dest dan. Yên jiyana xwe ji dest dane, mirovên tenduristî û jiyana wan di bin kontrola dewletê de ne, li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Ev girtiyên jiyana xwe ji dest dan, ji bo werin dermankirin, gelek caran daxwazname nivîsandin."
Ozcan destnîşan kir, ku şert û mercên girtîgehan rê nadin dermankirina girtiyên nexweş û xwest, girtiyên nexweş tavilê serbest werin berdan.
Li dû daxuyaniyê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.