Ji bo gerîlayên HPG’ê mewlîd

Ji bo gerîlayên HPG’ê mewlîd

Gerîlayên HPG’ê ku di pevçûnên li cih û demên cuda de jiyana xwe ji dest dane Nazim İşik, Murat Bilgiç û Bayram Dişli li Wan û Malazgirt’ê mewlîd hate dayîn.

Li Wanê ji aliyê MAYA-DER’ê ve ji bo gerîlayên HPG’ê Nazim İşik (Gabar Faraşîn) û Murat Bilgiç ku di pevçûnekî 25’ê Mijdara 2012’an de li Amanosê  jiyana xwe ji dest dayîn li Taxa Haciberkir mewlîd hate dayîn.

Di mewlîdê de Hevserokê BDP’ê yê Bajarê Wanê Musa İtah, Rêveberên Rêxistina HDP’ê yên Bajarê Wanê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û girseyek zêde gel tevlî bûn. Li ser bînaya komeleyê ku lê mewlîd hate dayîn posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên HPG’ê Nazim İşik û Murat Bilgiç li gel alên PKK’ê û KCK’ê hatin daliqandin. Mewlîd ku ji aliyê endamên Komeleya Piştgirî û Alikariyê a Oldarên Wanê (VADİAD)  hat dayîn şûnde deqeyek rêzgirtin hate girtin.

Piştre Hevserokê BDP’a Bajarê Wanê Musa Îtah di axaftina xwe de got ku ew li pêş yên ku di tekoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bejna xwe li hember wan ditewînin û wiha berdewam kir: “Mîrasekî herî mezin ku şehîdên me ji ciwanên me re hêlane exlaqê şoreşgerî ye. Bi vî rûhê exlaqê şoreşgerî û rûhê şoreşgerî li Kurdistanê ciwanên me destkeftiyên mezin bi dest xistine û di rêya azadî de pir pêşde çûne.”

Li gelek cihên taxê jî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Gerîlayê PKK’ê Bayram Dişli (Zekî) ku di pevçûnekî di 5’ê Adara 1998’an de li herêma Tuzluca jiyana xwe ji dest dayî, jêre li gundê Hasuna yê girêdayî navçeya Malazgirt a Muş’ê mewlîd hate dayîn.

Li qada ku mewlîd lê hate dayîn posterên Ocalan û Dişlî hatin daliqandin. Bi sedan kesên ku tevlî mewlîdê bûyîn deqeyek rêzgirtin giritin. Di mewlîdê de ku Serokê BDP’ê yê Navçeya Malazgirtê Maksut Kayretli ku axivî diyar kir ku heya gelê Kurd gehiştiye van rojan tekoşînekî mezin daye û di axaftina xwe de bal kişande ser ger gelê Kurd kariye bigehe van rojan bi saya PKK’ê kariye.