Ji bo gerîlayê HPG'ê Ûca li Kîelê bîranîn û sersaxî

Ji bo gerîlayê HPG'ê Beşîr Ûca bi nasnav Mordem Gelhat ê di 10'ê Tîrmeha 2016'an de li navçeya Mêrdîn Qoserê tevî sê hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, li bajarê Kîel ê Elmanyayê serdanên sersaxiyê tên kirin.

Ji bo gerîlayê HPG'ê Mordem Gelhat û hevalên pê re jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Kîel ê Elmanyayê serdanên sersaxiyê tên kirin, ku wê dur ojan dewam bikin.

Di merasîma li vê derê de piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, kekê Mordem Gelhat axivî. Kek Ûca da xuyakirin, ku Mordem Gelhat bi hêviya jiyaneke azad û bi rûmet berê xwe daye çiyê.

Kek Ûca got, "Ev rêya wan a bi rûmet rêya me ye. Heta azadiyê em ê li ser şopa wan bin."

Ji berdevkên komîteya Malbatên Şehîdan M. Emîn Ûca bal kişand ser dilsoziya bi şehîdan re û got, "Têkoşîna li bajarên Kurdistanê tê meşandin bi rûmet e û bêhempa ye. Gelê Kurd bi berdêlên gelekî giran û bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê gihaştiye van rojan."

...