Ji bo gerîlayê HPG’ê Kere konê sersaxiyê hate danîn

Ji bo gerîlayê HPG’ê Farûk Kere (Rûstem Cûdî) ku li Depê şehîd bibû, li Sûltangaziyê konê sersaxiyê hate danîn.

Li avahiya navçeyê ya Partiya Gelan a Demokratîk a Sûltangaziyê ji bo gerîlayê HPG’ê Farûk Kere (Rûstem Cûdî) ku di şerê li bejahiya Dep a Xerpetê şehîd bibû, konê sersaxiyê hate danîn. Birayê Kere Selîm Kere, malbat û rêveberên rêxistina HDP’ê ya Sûltangazî û navçeya Gazîosmanpaşayê gelek kes beşdarî konê sersaxiyê bûn.

Di konê sersaxiyê de Meta Kere Salîha Kilan axivî û got Kere şehîdê hemû gelan e. Kilan bang li hemû gelan kir ku pêwîst e hemû gel xwedî li gerîlayên HPG’ê yên jiyana xwe ji dest didin, derbikevin û wiha got; “Rûstem jî û hemû şehîdên din jî zarokên me ne. Serê me bilind e û em bi rûmet in.”

Konê sersaxiyê wê 3 rojan bidome û bi dayîna mewlûdê wê bi dawî bibe.