Ji bo gêrîla Onen konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo gêrîla Onen konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo gêrîla Onen konê sersaxiyê hate vedan
Malbata gerîlaya HPG’ê Hamdiye Onen (Nûda Karker) û MEYADER'ê li mala sersaxiyê dest bi qebûlkirina ziyaretên serdanê kirin.
Malbata gerîla Hamdiye Onen (Nûda Karker) û MEYADER'ê li mala sersaxiyê ya Pasûriyan serdana sersaxiyê qebûl dikin. Li Mala Sersaxiyê ya Pasûriyan Posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gêrilaya PKK'ê Hamdiye Onen (Nûda Karker) û alên PKK'ê û KCK'ê hatin xemilandin. Sersaxî dê 3 rojan bidome. Pişti malbatê sersaxî qebûl kir, ziyaretên gel jî dest Pê kirin. Jinên Latîn Amerîkayê jî serdana malbata Hamdiye Onen (Nûda Karker) kir û sersaxî ji malbatê re xwest. Şaredara Rezan Yuksel Baran, Aktîvîstên DOKH'ê, Xebatkarên Navçeya Sûrê, Xebatkarê Navçeya Baglarê, Xebatkarê Navçeya Kayapinarê, serdana malbatê kir û sersaxî xwest. Di serlêdanêde ji bo cangoriyan deqekî rêz hat girtin û fatîhe hat xwendin. Li ser navê malbatê Fatma Onen silav ji girtîgehê re şand û wiha got: "Di serîde serê rêber Apo û gerîlayên serê çiyan saxbe û ez li ser navê malbatê sersaxiyê ji Apê Nûda Karker yê li girtîgehê de ye ji Omer Onen û Ramazan Kiran re silav û sersaxîyê dixwazim." Serdana mala sersaxiyê berdewam dike.