Ji bo gêrîla Mehmet Calp konê sersaxiyê hate vedan

Ji bo gêrîla Mehmet Calp konê sersaxiyê hate vedan

Ji bo gêrîlayê HPG’ê Mehmet Calp (Şervan Koçer) yê ku di nava 10 gêrîlayên HPG'ê de jiyana xwe ji dest da mala şînê hate vekirin.

Di 31'ê Kanûna 2012'an de Artêşa Tirk li navçeya Lîceyê li dijî şikefta gêrîlayên HPG'ê operasyona pêk anî. Di operasyonê de 10 gêrîlayên HPG'ê di encama gulebarana helîkopter û tîmên taybet de jiyana xwe ji dest dan. Piştî navê 10 gêrîlayan diyar bûn, li Mêrsînê ji bo gêrîla Mehmet Calp (Şervan Koçer) ku di nava 10 gêrîlayan de jiyana xwe ji dest dabû li taxa Şevket Sumerê mala sersaxiyê hate vedan. Bavê Mehmet CalpnAhmet Calp diyar kir ku, li gel hêj cenazeyê kurê xwe negirtine jî ji ber ku serdana malbatê zêde ye konê sersaxiyê vedan. Malbata gêrîla Calp dê sibê biçin Meletiyê û hewl bidin cenazeyê kurê xwe Mehmet Calp wergirin.