'Ji bo em dengê xwe bigihêjînin şervanên YPJ'ê em li vir in'
'Ji bo em dengê xwe bigihêjînin şervanên YPJ'ê em li vir in'
'Ji bo em dengê xwe bigihêjînin şervanên YPJ'ê em li vir in'
Jinên li ser sînorê Pirsûs-Kobanê ne, li gundê Mehserê heta ber destê sibehê nobed girtin. Jinan gotin, "YPJ i bo hemû jinan li dijî tundiyê têkoşîneke mezin dimeşînin. Em jî ji ber vê yekê li vir in û bang li hemû jinan dikin ku xwedî li berxwedana YPJ'ê derkevin."
Bi hezaran jinên bi wesîleya 25'ê Mijdarê roja têkoşîn û piştevaniya navneteweyî ya li dijî tundiya li hemberî jinê, ji bo destekê bidin jinên YPJ'yî û berxwedana wan silav bikin hatin ser sînorê Pirsûs-Kobanê, piştî meş û mîtînga 25'ê Mijdarê li gundên Mehser û Miseynterê dest bi çalakiya nobedê kirin. Jinên ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin ser sînor, bi tilîliyan hewl dan dengê xwe bigihêjînin jinên li aliyê din li ber xwe didin. Jinan bi şev li dora agir, stranên li ser berxwedana YPG/YPJ'ê gotin.
Mujgan Şahîn: Ji bo em ji Şîdetê re bêjin 'raweste' em hatin. Li Kobanê şîdetek heye û ev şîdet li hemberî hemû jinan e. Me jî xwest, ji bo nîşan bidin ku em jî di nava têkoşînê de cih digirin, hatin vê derê. Eger em nikaribin vê şîdetê bisekinînin wê bandorê li me hemûyan bike. Têkoşîna tê meşandin şoreşa jinên Kurd e.
Zeynep Bûlût: Em ji bo jinên li Kobanê û Şengalê li vir in. Em dixwazin jinên rastî şîdetê tên û tên binpêkirin, tevlî têkoşîna me bibin. Em li ser sînor in û li ber xwe didin.
Zeynep Kaygûsûz: Jin rastî şîdeta mêr û dewletê tê. Em dixwazin pêşî li vê şîdetê bigirin. Em dixwazin şîdet ji jiyana jinê derkeve. Jinên YPJ'yî li hemberî şîdetê têdikoş in. Em dixwazin têkoşîna wan bi ser bikeve.
Işik Guler: Li aliyê din YPJ li dijî şîdetê disekine, li vî alî jî em li hemberî şîdetê li ber xwe didin. Ji bo em xwe nêzî YPJ'ê bikin, hatin vir. Li wir têkoşîneke mezin a jinan li hemberî şîdetê heye. Bang li hemû jinan dikim ku werin vê derê.
Xezal Çam: Ji bo zilma li hemberî jinê bê rakirin, me xwest xwe nêzî YPJ'ê bikin. Bila ev zilm êdî biqede. Bang li tevahiya jinên li Kurdistanê dikim ku destekê bidin vê berxwedanê.
Habîbe Tîşkaya: Li dijî tundiya li hemberî jinê em daketin qadan. Ji bo destekê bidin berxwedana YPJ û YPG'ê em hatin vir. Di berxwedana Kobanê de herî zêde jin cih digirin û ev yek jî vîna jinê nîşan dide. Divê em hemû qadan bi jinan dagirin. Bila her roj mîna 25'ê Mijdarê bin. Em dixwazin ev şerê qirêj bisekine, lewma em li vir in.
Ayşe Kûdret: Ji bo destekê bidim têkoşîna şervanên YPJ'ê ya li Kobanê hatim vê derê. Heta ku em sax bin em ê xwedî li vê têkoşînê derkevin. Bang li hemû jinan dikim ku heta dawiyê xwedî li vê têkoşînê derkevin.
Rûken Yildiz: Em hewl didin ji vê derê destekê bidin têkoşîna YPJ'ê. Lê divê hemû mirov bên vê derê. Em dixwazin dengê xwe bigihêjînin şervanên YPJ'ê. Ji xwe êdî tevahiya cîhan YPJ'ê nas dike. Têkoşîna wan a li vir wê derbasî nava rûpelên dîrokê bibe û bang li her kesî dikim ku destê bide vê têkoşînê.
Nazîm Yildirim: Em bi zarokên xwe, axa xwe, gerîlayên xwe re tevlî têkoşînekê bûn. Bila cîhan vê têkoşînê bibîne. Bi her tiştê xwe em xwedî li vê têkoşînê derdikevin û serketinê dixwazin.