‘Ji bo edaletê hatim hesab bixwazim’

‘Ji bo edaletê hatim hesab bixwazim’

Doza têkildarî Abdullah Comert ê di çalakiyên ji bo Berxwedana Gezî de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Balikesîr destpê kir. Dayika Abdullah Comert Hatîce Comert beriya ku bikeve salona rûniştinê got, "Ez jineke nexweş im, lê ji bo edaletê hatin hesab bixwazim.”

Doza têkildarî Abdullah Comert ê dema Berxwedana Gezî de di çalakiyeke li Hatayê bi qapsûla bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest da li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Balikesir destpê kir.

Di rûniştina dozê dayik, bav, xwişk û birayên Comerd û gelek aktîvîst amade bûn. Polîsan ku li derdora edliyeyê gelek tedbîr hirtin, dayika Comert, Hatîce Comert beriya derbasî salona rûniştinê bibe got, "Ez jineke nexweşim, lê ji bo edaletê hesab bixwazim hatim Balikesîr.”