'Ji bo edaletê, em di 9'ê Çileyê de li Parîsê bin'

Sendîkaya Solîdaîres a Fransayê xwest, di sala 8'an a Komkujiya Parîsê de têkiliya li ser berjewendiyan nekeve pêşiya lêgerîna li edaletê û banga li kedkaran hemûyan kir, ku di 9'ê Çileyê de tevlî çalakiya edaletê bibin.

Di ser Komkujiya Parîsê re 8 sal derbas bûn, ku Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê kujerê MÎT'ê Omer Guney ve hatin qetilkirin. Lêpirsîna ku piştî komkujiyê dest pê kir bi salan dewam kir. Yekane bersûcê dozê Omer Guney, beriya destpêkirina rûniştina dozê li girtîgehê miribû.

Di nava 8 salên derbasbûyî de xemsariya dadgeriya Fransayê ya li lêgerîna li edaletê, bû cihê nerazîbûnan. Tê zanîn ku ji ber berjewendiyên siyasî û aborî, mijar bi ti awayî kete rojeva dewletê.

'YÊN KU FERMANA KOMKUJIYÊ DAN, 8 SAL IN BÊCEZA NE'

Yek ji saziyên ku nerazîbûnê nîşanî vê yekê dide Sendîkaya Solîdaîres e. Solîdaîres ji bo çalakiya 9'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûneke xurt kir. Di daxuyaniya sendîkayê de hate bibîrxistin ku Cansiz, Dogan û Şaylemez ji aliyê kujerekî MÎT a Tirk ve hatin qetilkirin û wiha dewam kir, "8 sal in lêgerîna li edaletê ya malbatan ji nedîtî ve tên; 8 sal in kesên ku ferman dane kujerê 'çend roj beriya rûniştina dozê mir' nehatine cezakirin."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Serokkomarê niha Emmanûel Macron û yê beriya wî Françoîs Hollande gelek caran bi Erdogan re hevdîtin kirin, lê belê herdu serokkomaran carekê jî mijar nexistin rojevê.

'BERJEWENDIYÊN SIYASÎ Û ABORÎ LI SER EDALETÊ NE'

Di daxuyaniyê de nerazîbûn li bêdengiya dewletê hate nîşandan û hate gotin, "Divê bê gotin ku berjewendiyên siyasî û aborî yên Fransayê gelekî li ser edaletê ne." Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di rewşeke wiha de Erdogan li Rojava, Qerebaxê û Lîbyayê leşkerên xwe yên bi pereyan şer dikin, dide şerkirin û di heman demê de li çiyayên Başûrê Kurdistanê sivîlan qetil dike.

'DIVÊ PKK YEKANE MUXATAB BÊ DÎTIN'

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo edalet bi cih bê, divê dest ji sûcdariya 'terorîzmê' bê bedan ku li PKK'ê tê kirin û hate xwestin ku biryara dadgeriya Belçîkayê bê şopandin.

Sendîkayê bang kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di qada navneteweyî de PKK weke muxatab bê dîtin û destnîşan kir ku ji bo dawî li êrişên Tirkiyeyê yên li ser milîtanên Kurd ên li derveyî welat bê anîn, ev yek pêwîstî ye.

Di daxuyaniyê de ji bo çalakiya protestoyî ya 9'ê Çileya 2021'ê ya liğ Parîs Gare du Nord banga tevlîbûnê hate kirin û ji sendîkayên kedkaran hemûyan hate xwestin ku bi kortejê beşdarî çalakiyê bibin.