‘Ji bo edalet û azadiyê di Îlonê de were’
‘Ji bo edalet û azadiyê di Îlonê de were’
‘Ji bo edalet û azadiyê di Îlonê de were’
Forûmên Gezî dê di 15'ê Îlonê roja Yekşemê de bi dirûşma 'Ji bo edalet û azadiyê di Îlonê de were' li "ForumFest"ê bên gel hev. Festîval dê saet di 15.00 de li Keştîgeha Kadikoyê destpê bike û Yenî Turku, Bulutsuzluk Ozlemî, Hayko Cepkîn, Kardeş Turkuler jî beşdar bibin. Malbatên zarokên di dema berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dan jî, dê li çalakiyê amade bin.
"ForumFest" piştî çalakiyên Gezî li her du aliyên Stenbolê gelek forûmên li parkan organîze dike. Festîvala ku tê payîn bi hezaran kes beşdar bibin, dê bi axaftinên li ser navê forûmê, Malbatên ciwanên hatin kuştin û Platforma Piştgiriya Taksîmê destpê bike.
Piştî axaftinan Marsîs, Cenk Taner, Ceylan Ertem, Yenî Turku, Bulutsuzluk Ozlemî, Grûp Yorûm, Kardeş Turkuler, Hayko Cepkîn û komên di dema çalakiyên Gezî de ava bûn, derketin ser dikê.
Ji bo çalakiya ku bi desteka Platforma Piştgiriya Taksîmê tê lidarxistin, li gelek nuqteyên bajêr afîş hatin daliqandin û dezgeh hatin danîn. Yek ji dilxwazên forûmê ku festîvalê organîze dike Işil Kûrt da xuyakirin ku wan bi rêya forûman ev tevger anîne heta roja îro û got, "Di vê festîvalê de dê forûm werin gel hev û bersiveke zelal bide AKP'ê ku dibêje qey berxwedan xelas bûye." Ebrû Satir jî diyar kir ku 30 forûmên parkan dê tevlî festîvalê bibin.