Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdaneke din hate kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din serlêdan kirin.

SERLÊDANA JI BO HEVDÎTINÊ

Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 40 meh in agahî jê nayê wergirtin, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzer Sûzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlên xwe Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li girtîgeha Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin serlêdan kirin.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.