BI DÎMEN

'QSD azadiya gelan diparêze'

Ji Partiya Yekîtiyê ya Ermen Yûsif Derwêş anî ziman ku QSD azadiya gelan diparêze û li gorî berjewendiyên gelan tevdigere.

YÛSIF DERWÊŞ

Ji Partiya Yekîtiyê ya Ermen Yûsif Derwêş anî ziman ku divê pêşî li qetilkirina Ermenan bê girtin û got, "Yên ku ev komkujî kirin divê li dadgehên Sûriyeyê û navneteweyî bêne darizandin."

Endamê Partiya Yekîtiyê ya Ermen Yûsif Derwêş peymana navbera Rêveberiya Şamê û QSD'ê û komkujiyên li hemberî Elewiyên li Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand. Yûsif Derwêş diyar kir ku hewl tê dayin ku Sûriye li gorî hevsengiyên navneteweyî ji nû ve bê avakirin û got, "Her kes wê hêza ku bûye desthilatdar nas dike. Xwedî rabirdûyeke ji terorê ye. Armanca wan a li ser desthilatdariyê jî hembêzkirina hemû gelan nîne, lê belê qala guhertinekê dikin. Di demeke kurt de têkilî bi hêzên navneteweyî re danîn. Her roj hevsengiyên siyasî diguherin û ew jî pozîsyona xwe li gorî vê diyar dikin."

HEMÛ PÊKHATE DI NAVA QSD'Ê DE NE

Yûsif Derwêş destnîşan kir ku di navbera rêveberiya demkî ya Şamê û QSD'ê de cudahiyeke mezin heye û got, "QSD hêzeke leşkerî ye ku pêkhateyên cuda hemû di nav de hene. Xwedî armanc, fikir û hedefên hevpar in. Nêrîneke hevpar serwer e ku gelên cuda li hev kom bûne. Parastina gelan dike û li gorî berjewendiyên gelan tevdigere. Ji Ermenan heta bi Suryanan pêkhate hemû di nava QSD'ê de ne. Lê belê yên ku Şamê bi rê ve dibin parçebûyî ne, xwedî armanceke hevpar nînin, ji hev cuda tevdigerin. HTŞ xwedî wê hêzê nîne ku hemû koman kontrol bike."

'BERPIRSYARÊN KOMKUJIYA LI HEMBERÎ ELEWIYAN DIVÊ BÊNE DARIZANDIN'

Yûsif Derwêş qetilkirina Elewiyan a li bajarên peravê şermezar kir û got, "Yên ku Şamê bi rê ve dibin, diviyabû pêşî li qetilkirina Elewiyan bigirtana. Li şûna ku dest li van êrîşan bihata werdan, êrîş gihîştin asta komkujiyê. Zarok, exityar Elewî hatin qetilkirin. Eger em bi biryar in ku wê paşeroja Sûriyeyê ronî be, divê komkujî neyê kirin. Yên ku komkujî kirin divê li dadgehên Sûriye û navneteweyî bêne darizandin."

ŞAMÊ FÊHM KIR KU BI TENA SERÊ XWE NIKARE SÛRIYEYÊ BI RÊ VE BIBE

Yûsif Derwêş rexne kir ku di 'Konferansa Diyalogê ya Sûriyeyê' de gelên Sûriyeyê nehate temsîlkirin û got, "Konferansa ku bi yek rengî, bi yek mejî hate kirin nehate qebûlkirin. Em ne bawer in ku mejiyê yekperest karibe krîza Sûriyeyê çareser bike. Peymana navbera QSD û Şamê jî nîşan da ku fêhm kirine, bi mejiyê yekperestiyê Sûriye nikare bê birêvebirin. Ya girîng misogerkirina paşeroja Sûriyeyê ye."

PAŞEROJA SÛRIYEYÊ DI MODELA RÊVEBERIYA XWESER DE YE

Yûsif Derwêş destnîşan kir ku bi saya berxwedana QSD'ê û serketinên Rêveberiya Xweser lihevkirin bi rêveberiya Şamê re çêbû û got, "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xweserî heye. Xwedî hêzeke weke QSD'ê ye. Peymaneke bi vî rengî nebûya jî hêza xwe têra xwe dikir. Ji perwerdeyê heta bi aboriyê, ji dîplomasiyê heta bi siyaset û aliyê leşkerî rêxistinbûyî ye. Li gel vê yekê jî alîgirê yekparebûnê ye. Bi vê peymanê re mirov dikare bibêje paşeroja Sûriyeyê şênber bû. Li Sûriyeyê ji bilî gelê Ereb gelên din hemû tine dihatin hesibandin. Piraniya ji Kurdan welatî jî nedihatin dîtin, ji bo Ermenan jî Ermenistan weke cih dihate nîşandan. Bi peymanê re tê destnîşankirin ku wê hurmet ji mafên gelan re bê nîşandan bêyî cudahiya etnîkî û olî bê nîşandan. Afirandina rewşeke bi vî rengî bi saya bername, têkoşîn û berhemên Rêveberiya Xweser e. Paşeroja Sûriyeyê di modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye."

BANGA JI BO SIYASETA DEMOKRATÎK

Yûsif Derwêş işaret bi girîngiya bêdengkirina çekan û avakirina siyaseta demokratîk li Sûriyeyê kir û got, "Divê em welatekî welê ava bikin ku hebûna gelan tê qebûlkirin û gel dikarin bi ziman û çanda xwe lê bijîn. Divê gel bibin xwedî mafên xwe yên xwezayî. Divê sûd ji tecrûbeya modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê wergirtin."