Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê hate dayîn.
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê hate dayîn.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî serlêdan kirin.
Ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.