Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdaneke nû hate kirin

Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê dîlgirtî ne, malbatên girtiyan û xizmên wan serlêdaneke din kirin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.