Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin careke din serlêdan kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo karibin muwekîlên xwe yên li Îmraliyê tecrîdkirî ne Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzer ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê nikarin bersivê werbigirin.

Di nava 12 salên dawî de tenê 5 caran parêzeran karîbûn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin. Hevdîtina herî dawî ya parêzeran jî di 7'ê Tebaxa 2019'an de hatibû kirin, ku çar sal di ser re derbas bûn.