Ji bo dengdêrên Swîsreyê bang: Ji bo aştî û hêviyê biçin ser sindogan

Serokê Federasyona Yekîtiya Elewiyên Swîsreyê Cem Bîtnel û Parlemeterê Partiya Sosyalîst Mûstefa Atinci bang li dengdêrên li Swîsreyê ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê ya Serokkomariyê û parlemeterên Dema 27’an, dendgêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Swîsreyê dijîn ji duh ve berê xwe dane ser sindoqan û dengê xwe bikar tînin. Li gorî daneyên YSK’yê li Swîsreyê 94 hezar û 32 dengdêr dikarin heta 19’ê Hezîranê seat 21:00’an li bajarên Bern, Zurîh û Swîsreyê dengên xwe bikar bînin.

Parlemeterê Kantona Basel ê Partiya Sosyalîst (PS) Mûstefa Atici û Serokê Federasyona Yekîtiya Elewiyên Swîsreyê (ÎABF) Cem Bîtnel ên ku yek ji kesên ku roja yekem berê xwe dabûn ser sindoqan bang li dengdêran kirin ku biçin ser sindoqan û ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bikar bînin.

ELEWÎ: JI BO TIRKIYEKE XWEŞ DENGÊ XWE BIDIN DEMÎRTAŞ Û HDP’Ê

Serokê Federasyona Yekîtiya Elewiyên Swîsreyê (ÎABF) Cem Bîtnel ê anî ziman ku hilbijartina ku wê 24’ê Hezîranê bê kirin ji bo siberoja Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke taybet û dîrokî ye, diyar kir ku hemû dengdêrên ku li Ewropa û Swîsreyê dijîn di nav çi şert û mercan de be divê biçe ser sindoqan.

Bîtnel got: “Me hata niha gelek caran anî ziman bê ka çima em deng bidin Demîrtaş û HDP’ê”, ev bang li dengdêrên li Swîsreyê kir: “Ez carekî din bang li hemû gelên xwe yên li Swîsre, mafê mirovan û hemû başan dikin. Divê her kes di nava çi şert û mercan de be divê biçe ser sindoqan û dengê xwe bikar bîne. Em ji bîr nekin her dengê di vê pêvajoyê de bê bikaranîn, girînd û dîrokî ne. Dengek bidin Demîrtaş yek bidin HDP’ê.”

WEKÎLÊ PS ATICI: JI BO HÊVÎ Û AŞTIYÊ BIÇIN SER SINDOQAN

Parlemeterê Partiya Sosyalîst Mûstefa Atinci yê ku piştî dengê xwe bi kar anî, diyar kir ku roja yekem a hilbijartinê eleqeyek mezin hebû.

Atici yê got: “Ji bo siberojeke demokratîk a li Tirkiyeyê û ji bo rojên hê xweştir bê jiyîn, ez jî li gel malbata xwe hatim min dengê xwe bikar anî” destnîşan kir ku divê dendêrên li Swîsreyê binçin ser sindoqan dengê xwe bikar bînin û wiha pêde çû: “Divê her kes bi hestyar tevger bike û ji bo siberoja demokratîk a welatê me biçe ser sindoqan û dengê xwe bikar bîne. Divê dengdayîn neyê paşxistina roja dawî. Ji bîr nekin her dengê hûn bikar bînin, wê encamên hilbijartinê bide guhertin. Ji bo rojên hê xweştir, ji bo aştî û hêviyê divê her kes biçe dengê xwe bikar bîne.”