Ji bo dengdanê bang li 56 milyon hilbijêrî hate kirin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji bo dengdanê bang li 56 milyon hilbijêrî hate kirin. Di vê hilbijartinê de dengê diyarker ê Kurdan e.

Ji bo Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan sîstema xwe ya faşîst bidomîne, ya jî ji bo mûxalîf dawî li faşîzmê bînin, hilbijartinên 24'ê Hezîranê gelekî girîng tên dîtin. Di vê hilbijartinê de dibe ku serweriya Erdogan a 15 salan a li ser jiyana siyasî biqede.

Tifaqa AKP-MHP'ê, di demekê de ku pirsgirêkên civakî, siyasî û aborî ji her demê bêhtir giran bû, biryara hilbijartina pêşwext da. Bi vê biryarê re hewl da mûxalîfan bi rengekî ne amade bixe hilbijartinê. Biryar da ku hilbijartinê salekê zûtir, yanî 24'ê Hezîrana 2018'an bike. Lê belê vê carê hesabê ku wan kir li hev nehat. Mûxalefeteke hîn xurt li ber rabû. Ya ku encama hilbijartinê diyar bike jî dengê Kurdan e.

Piştî serketina HDP'ê ya 7'ê Hezîran 2015'an, AKP'ê serweriya li meclîsê ji dest dabû. Erdogan jî li ser vê yekê encamên wê hilbijartinê red kiribû û biryar dabû ku hilbijartin meha Mijdarê ji nû ve bê kirin.

DI ASTA REKORÊ DE LI DERVEYÎ WELAT DENG HATE DAYIN

Baldariya ji bo hilbijartinên dîrokî, destpêkê xwe li derveyî welat nîşan da. Hema bêjin nîvê dengdêrên li derveyî welat qeyidkirî, anî 48 ji sedî çûn cihê dengdanê ûd engê xwe dan. Rêjeya dengên li deriyên sînor hatine dayin hîn nehatine eşkerekirin. Li derveyî, 1.49 milyon kesî dengê xwe dan. Di hilbijartina Mijdara 2015'an de 1.3 milyon û di referandûma Nîsana 2017'an de jî 1.4 milyon kesî li derveyî welat deng dabûn.

HEJMARA DENGDÊRAN Û HERÊMÊN HILBIJARTINÊ

Ji hilbijartinên 24'ê Hezîranê bang li 56 milyon û 322 hezar û 623 hilbijêrî hate kirin ji bo dengê xwe bidin. Li 81 bajarî bi giştî 180 hezar û 65 sindoq hatin danîn. Li gelemperiya welêt 87 herêmên hilbijartinê hene. Stenbol ku ji sê herêmên hilbijartinê pêk tê, ew herêm e ku herî zêde dengdêr lê ne. Di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de hejmara parlementerên li meclîsê ku 550 e, dibe 600 wekîl. Li gorî qanûna hilbijartinê, roja Yekşemê heta saet 18:00 qedexe ye ku li ser hilbijartinê û encamên wê nûçe, texmîn an jî şîrove di navgînên çapemeniyê de werin weşandin. Saet di navbera 18:00-21:00 de wê cih ji nûçe û daxuyaniyên YSK re bê dayin. Qedexeya li ser weşanê wê saet 21:00 rabe.

415 ÇAVDÊR

Hilbijartinên li Tirkiyeyê li gelemperiya cîhanê ji nêz ve tên şopandin. Ji heyşt saziyên navneteweyî 415 kesî ji bo şopandina hilbijartinê akredîtasyon kirin. 234 ji van ji OSCE, 35 jî ji Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê ne. Parlamenta Ewropayê biryar dabû ku hilbijartinê neşopîne û şîroveyê neke.

EWLEKARIYA SINDOQAN

Yek ji fikarên herî mezin ên di vê hilbijartinê de, dek û dolabên di hilbijartinê de bên gerandin e. Ji ber vê yekê, hemû partiyên li mûxalefetê ji bo parastina sindoqan tevdîrên xwe girtine. HDP'ê ji bo ewlekariya sindoqan 80 hezar endamên desteya sindoqan, 100 hezar muşahîd û 20 hezar berpirsyarên dibistanan wezîfedar kiriye. CHP'ê li 81 bajarî Navenda Koordînasyon û Şopandina Hilbijartinê ya Bajêr ava kir. Wekî din "Platforma Hilbijartina Adîl" ku ji CHP, HDP, IYI Partî, Partiya Saadetê û rêxistinên civakî yên sivîl pêk tê, wê hilbijartinê bişopîne. Di çarçoveya karê Platforma Hilbijartina Adîl de bi giştî 600 hezar wezîfedarên sindoqan ji bo parastina dengan hatine wezîfedarkirin.

PÊŞBIRKA SEROKKOMARIYÊ

Dengdêr vê carê hem ji bo hilbijartina Serokkomar, hem jî nûkirina parlamentê dengê xwe didin. 6 namzet tevlî pêşbirka serokkomariyê bûne. Li hemberî Erdogan, ji CHP'ê Mûharrem Înce, ji HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji Iyî Partî Meral Akşener, ji Partiya Saadetê Temel Karamollaoglû û ji Partiya Vatan Dogû Perînçek tevlî pêşbirkê bûne.

Taybetmendiyeke din a hilbijartinên 24'ê Hezîranê jî tifaq e. CHP, Iyî Partî û Partiya Saadetê di nava "Tifaqa Millet" de li hev civiyan, her du partiyên faşîst AKP û MHP jî di nava "Tifaqa Cûmhûr" de li hev civiyan. HDP jî weke eniyeke demokrasiyê ku ji derdoreke berfireh pêk tê tevlî hilbijartinê bû. Li gorî rêza pisûlaya dengdanê cihê partiyan wiha ye: Tifaqa Cûmhûr (AKP, MHP) HUDA PAR, Partiya Vatan, HDP, Tifaqa Millet (CHP, Partiya Saadetê, Iyî Partî).