Ji bo Demîrtaş dadgeh hate dîtin
Dadgeha ku wê li dosyeya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş binihêre diyar bû. Wê Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 19’emîn li doza Demîrtaş binihêre.
Dadgeha ku wê li dosyeya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş binihêre diyar bû. Wê Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 19’emîn li doza Demîrtaş binihêre.
Piştî mehan dadgeha ku wê li dosyeya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş binihêre, diyar bû.
Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Enqereyê daxwaza ku dixwestin bila dosyeya Demîrtaş bi dosyeya çalakiyên Kobanê yên 6-8’ê Cotmehê were girêdan, hate redkirin. Bi vê biryarê re wê Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 19’emîn li doza Demîrtaş binihêre. Lê dîroka rûniştinê nehatiye zelalkirin.