Ji bo darvekirina Nesîm bê rawestandin banga navneteweyî
Rejîma Îranê plan dike girtiyê Kurd Saman Nesîm ê dema zarok bû hat girtin û rastî îşkenceyên giran hat roja Pênçşemê darve bike.

Rêxistinên mafê mirovan ên navneteweyî, ji bo ev darvekirin demldest bê rawestandin bang li rejîma Îranê kir.
Alîkara Midûrê Maseya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Hasîba Hacî Sahrawî got, "Ji bo Saman Nesîm demek kurt ma.”
Sahrawî di dewama axaftina xwe de got ku , "Rawestandina darvekirina Saman Nesîm hê ne dereng e.”
Serokê Federasyonê Kerîm Lahîdjî wiha axivî "Divê cezayê darvekirinê tavilê bê rawestandin û Saman Nesîm li gor qanûnên navneteweyî bi awayekî adil bê darizandin.”
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan HRW jî, ji bo cezayê darvekirinê yê der barê Saman Nesîm de tavilê bê rakirin daxuyaniyeke giştî weşand.
Di Nîsana 2013'an cezayê darvekirinê li Saman Nesîm ê 22 salî hat birîn. Nesîm dema hati girtin 17 salî bû û bi endamtiya PJAK’ê hat sûcdarkirin.
Nesîm, 15’ê Sibatê li malbatê geriyabû û gotibû ku kesên sivîl ew birine beşa ewlekariya zêde ya li Girtîgeha Urmiyê.