Ji bo darizandina Erdogan wê 50 hezar îmze pêşkêşî NY bên kirin
Îmzeyên 50 hezar kesên dixwazin Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê darizandin wê pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) bên kirin.
Îmzeyên 50 hezar kesên dixwazin Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê darizandin wê pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) bên kirin.
Îmzeyên 50 hezar kesên dixwazin Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê darizandin wê pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) bên kirin.
Ji bo darizandina Erdogan li Dadgeha Ceza ya navneteweyî, Partiya Ji nû ve Rizgariya sosyalîst (SYKP) rêxistina Ewropa ji meha Çileya 2016'an û vir ve bi navê 'Erdogan tu yê bê darizandin' kampanyaya îmzeyan dimeşîne. Îmzeyên di çarçoveya kampanyayê de hatine berhevkirin wê pêşkêşî Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya NY bên kirin. Piştî mîtînga 21'ê Gulanê roja Şemiyê saet di 12:00 de a li ber navenda NY a li bajarê Swîsre Cenevreyê, wê 50 hezar îmze ku îmzeyên Noam Chomsky, Norman Peach û gelek nivîskar-rojnamevan û siyasetmedarên Ewropî jî di nav de hene, roja 23'ê Gulanê radestî Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya NY bên kirin.
Di mîtînga 21'ê Gulanê ya li ber avahiya NY de wê endamê Komîsyona Mafên Mirovan a NY siyasetmedar û nivîskarê navdar Jean Zîegler, Serokê Giştî yê Partiya Kedê ya Swîsreyê (Partei der Arbeit) Gavrîel Pînson, Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan, Serokê Giştî yê Federasyona Yekîtiya Elewiyên li Ewropayê Huseyîn Mat û Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Tûncay Yilmaz amade bin.
Kampanya ji bo darizandina Erdogan ji ber sûcên şer û binpêkirina mafên mirovan, li gelek bajarên Elmanya, Swîsre, Fransa, Hollanda û Swêdê rû bi rû, li gelemperiya Ewropayê jî bi rêya înternetê tê meşandin. Ji bo kampanya bi ser bikeve û sûcên Erdogan ên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn kiriye bên deşîfrekirin, heta roja îro bi zimanên Fransî, Elmanî, Flemanî, Kurdî, Tirkî û Îngilîzî bi qasî 400 hezar belavok hatine belavkirin.
Tevî 50 hezar îmzeyan, wê dosyayên Cizîr û Sûrê jî pêşkêşî Dîwana Edaletê ya Navneteweyî bên kirin û bê xwestin ku Erdogan ji ber têkiliya xwe ya bi rêxistina terorê DAIŞ'ê û sûcê şer ên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn kiriye, li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê darizandin.
NOAM CHOMSKY: DIVÊ ERDOGAN LI DADGEHA CEZA YA NAVNETEWEYÎ BÊ DARIZANDIN
Civaknas Noam Chomsky ê ji bo darizandina Erdogan metna kampanyayê îmze kiriye, her wiha ji bo mîtînga li ber NY bê lidarxistin mesajek şand. Mesaja Chomsky bi vî rengî ye:
"Ji bo şermezarkirina şîdet û zexta tirsnak a Erdogan li gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyeyê dike, ji ber ku tevlî kampanya we dibim, gelekî serbilind im. Êrîşên Erdogan ên li hemberî mafên bingehîn, têkoşîna gelan û mafên hatine qezenckirin, ji aliyê me hemûyan ve tê zanîn. Ev demeke dirêj e hemû rêyên demokrasiyê dixitimîne û hewl dide rejîmeke otorîter a ku ew bi tenê dikare lê baxife, ava bike. Ev hewldan tevî her tiştî rastî mûxalefeteke mezin tê û gelên Tirkiyeyê bi hemû hêza xwe bersivê didin planên Erdogan.
Têkoşîna we ya li hemberî Erdogan a ji ber destekê dide DAIŞ'ê, di vê demê de gelekî girîng e. Ji ber ku polîtîkayên Erdogan ne tenê zerarê dide gelên Tirkiyeyê, bi desteka xwe ya ji bo DAIŞ a li dijî hêviya azadî û demokrasiya li Rojhilata Navîn disekine re, gefê li derveyî erdnîgariya Tirkiyeyê dixwe.
Ji ber van hemû sedeman, ez kampanya we ya 'Bila Erdogan were darizandin' gelekî girîng dibînim û destekê didim. Têkoşîna gelên Tirkiyeyê wê bi ser bikeve, hêviya azadî û demokrasiyê wê li Tirkiye û Rojhilata Navîn mezin bibe."
'DIVÊ HER KESÊN DIBÊJIN 'BILA ERDOGAN WERE DARIZANDIN' TEVLÎ MÎTÎNGÊ BIBIN'
Di vê navberê de, têkildarî mîtînga 21'ê Gulanê roja Şemiyê saet di 12:00 a li ber navenda NY, Komîteya Amadekar daxuyaniyek da û ev bang kir; "Her kesên dibêjin bila Erdogan were darizandin, divê tevlî mîtîngê bibin û destekê bidin."