Ji bo ciwanê Elewî yê gefa mirinê lê tê xwarin, parastin tine

Ciwanê Elewî yê ku îbareya îslamê ji nasnameya xwe derxist, sê caran bi rêya nameyê gef lê hat xwarin, mala wî hat nîşan kirin û tevî daxwaz û serlêdanan jî dewlet wî naparêze.

Ciwanê Elewî yê ku îbareya îslamê ji nasnameya xwe derxist, sê caran bi rêya nameyê gef lê hat xwarin,  mala wî hat nîşan kirin û tevî daxwaz û serlêdanan jî dewlet wî naparêze.

Ciwanê Elewî yê bi navê E. F yê ji Semsûrê, bi hinceta ku îbareya ‘îslamê’ ji nasnameya xwe derxist, rastî tehdîdan hat û mala wî hat nîşan kirin. Ciwanê Elewî li ser vê yekê ji dewletê parastin xwest. Lê terkî qedera wî hat kirin. Ji bo şopa tiliyan bê tespîtkirin, nameyên tehdîdê dan polîs lê nehatin lêkolînkirin û ev meheke jî parêzvan jî nedan. E. F têkildarî mijarê de ji ANF’ê re axivî û got: "Ewlehiya canê min tine. Ji her tiştê neyînî yê bê serê min dewlet berpirse."

E.F diyar kir ku ji ber îbareya îslamê ji nasnameya xwe derxistiye, sê caran nameyên tehdîdê yên bi nivîsa ‘Xwîna we mubahe’ ya bi Erebî û Tirkî jê re hatiye şandin û wiha berdewam kir: "Min ji dewletê daxwaza parastinê kir. Lê ev meheke nayê tahsîskirin. Nameya yekemîn di dawiya meha Kanûna 2014’an de li taxa Esentepe a Semsûrê hat mala me. Min destpêkê ev girîng nedît. Di 18’ê Gulana 2015’an de dîsa heman name dan ber mala min. Min serî li ÎHD’a Semsûrê da. Ez vegeriyam malê ku deriyê mala min jî nîşan kirine. Min bi hevkariya ÎHD’ê serî li dozgeriya Komarê ya Semsûrê jî da.  Ekîbên Midûriyeta Polîsan li ser van tehdîdan hatin ez birim emniyetê."

PIŞTÎ LÊGERÎNA POLÎS NAMEYA NÛ

E.F destnîşan kir ku ji bo hinek ji vê psîkolojiyê xilas bibe çûye cem xalê xwe yê li Dîlokê û wiha pê de çû: "Tevî ku îfadeya min hat girtin, Midûriyeta Polîsan dîsa li min geriya. Polîs xwest ji bo îfadeyê dîsa biçim. Min got min îfadeya xwe daye û ez niha li Dîlokê me. Navnîşan û telefona min girtin. Di wan rojan de kalê min wefat kir. Ez û xalê xwe hatin Semsûrê. Lê piştî vegeriyam, nayeke tehdîdê dabûn ber derê xalê min.

Me name ji bo rêça tiliyan bê girtin bir Midûriyeta Polîsan a Şahînbey. Lê tevî ku mehek di serde derbas bûye ti tişteknehat kirin. Min bi şêwirmendên parlamenterên HDP’ê re hevdîtin kir.  Niha ewlehiya canê min tine. Dewlet bê hestiyar tevdigere.  Eger tiştek bê serê min, berpirs dewlet e."