Ji bo Ceylan Aslan heta 15 sal cezayê girtîgehê hate xwestin

Ji bo Endama Meclisa Şaredariya Erxenî Ceylan Aslan a ku wezîfeya wê hatibû xespkirin, ji ber daxuyaniyên çapemeniyê yên tevlî bûne, heta 15 salan cezayê girtîgehê hate xwestin.

Rûniştina doza derbarê Endama Meclîsa Şaredariya Erxenî Ceylan Aslan a ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve wezîfeya wê hate desteserkirin, bi hinceta beşdarî daxuyaniyên çapemeniyê, civîn û çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji aliyê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ve hatibû destpêkirin û ji aliyê rêxistina wan ve hatibû birêxistinkirin bûye, li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.

Dozgerî di mutalayê xwe de diyar kir ku walîtiyê der barê çalakiyên ji bo Guven de biryara qedexeyê daye û îdîa kir ku Aslan ‘li ser banga rêxistinê’ tevlî çalakiyan bûye.

Hat îdîakirin ku Aslan "têkiliya xwe ya hiyerarşîk bi rêxistinê re heye, bi rêxistinê re xwedî têkiliyeke organîk e û bi dilxwazî li gorî armanca rêxistinê tevgeriya ye." Hat xwestin ku Aslan ji ber "endametiya rêxistinê" û "dijderketin li qanûna xwepêşandan û meclîsan" bê cezakirin.

Heyeta dadgehê daxwaza parastinê ya li dijî mutalayê qebûl kir û rûniştin taloqî 27 'ê Îlonê kir.