Ji bo Can Atalay li 84 cihan çalaki hat lidarxistin

TÎP’ê ji bo Parlamenterê Hatayê Can Atalay ku di girtîgehê de ye, li 36 bajaran û 84 cihan çalakî li dar xistin.

Endamên TÎP’ê, îro ji bo Parlamenterê Hatayê Can Atalay ê girtî bê berdan, li 36 bajar û  84 cihan daxuyanî da çapemeniyê.

Endamên TÎP’ê ku ji bo daxuyaniyê li ber Îstgeha Haydarpaşa ya Stenbolê hatin ba hev, wiha bang kir: “Dawiyê li vê nehiqûqiyê bînin.”

Polîsan, gava daxuyaniyê dor li çalakgeran girt. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Azadî ji bo Can”, “Xelkê Hatayê daxwaza parlamenterê xwe dike” hatin berzkirin. Li ser navê TÎP’ê Melîs Yagmûr Yildirim daxuyanî xwend.

DADGEHA BILIND BERSIV JI BO SERLÊDANÊ NEDA

Yildirim bi bîr xist ku pêvajoya dozê berdewam e û Parêzer Can Atalay ku 14’ê Gulanê bûye parlamenterê TÎP’ê yê Hatayê, bi awayekê nehiqûqî girtî ye û got: “Can Atalay, encamen hilbijartinê eseh bûn, bi rêya parêzerên xwe mazbataya xwe ya parlamenteriyê wergirt û roja Îniyê qeyda wî ya parlamenteriyê li TBMM’ê hat çêkirin. Lê parlamenterê me ji ber ku hêj di Girtîgeha Sîlîvriyê de dîl e, sonda parlamenteriyê nexwariye û dest bi karê xwe nekiriye. Serlêdana ji bo Can Atalay bê berdan, parêzeran li Dadgeha Bilind kiriye, lê çend roj in tu bersiv nehatiye dayîn, hevrêyê me hêj jî girtî ye.”

XALA 83’YEMÎN A MAKEZAGONÊ HAT BIBÎRXISTIN

Yildirim, her wiha hikumê “Parlamenterek heta biryara Meclîsê nîn be nabe ku lêpirsîn lê bikirin, bê girtin û darizandin” xala 83’yan a makezagonê bi bîr xist. Yildirim, bang li dadgeha bilind, dozgêr û rayedaran kir ku çima Can Atalay nayê berdan.

Çalakî, bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.