Ji bo boykotkirina malên Tirkan li Berlînê stand hate danîn

NAV-DEM'ê ji bo boykotkirina mal û tûrîzma Tirk, li Berlînê standa agahdarkirinê danî.

Li paytexta Elmanya Berlînê, ji bo boykotkirina mal û tûrîzma Tirkan çalakiyekê dest pê kir. Bi vê armancê saet 14'an li meydana Potsdamer Platzê standa boykotkirinê hate danîn û ji mirovan re agahî hate dayin ku ger û geşta wan a li Tirkiyeyê wê bibe hevkariya komkujiyan.

Hate ragihandin, çalakiya NAV-DEM Berlînê wê her rojên Çarşem û Pêncşemê li meydanên navendî yên Berlînê bidome. Li standê belavokên bi zimanên Elmanî û Îngilîzî hatin belavkirin. Standa boykotê saet 16'an hate rakirin. Li Berlînê wê sibe saet 18'an li S-Bahnhof Weddingê ji aliyê ciwanên antî faşîst ve ji bo Efrînê meşeke enternasyonalîst bê lidarxistin.