Ji bo birîndarên li Xotayê bi Rûsyayê re li hev hate kirin!

Ji bo derxistina birîndaran ji Xota Rojhilat ku piraniya wê ketiye destê rejîma Sûriyeyê, hate ragihandin ku bi Rûsyayê re li hev hatiye kirin.

Koma bi navê Jayş el Îslam ku destekê ji Erebîstana Siûdî digire bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo derxistina birîndaran ji Xota Rojhilat bi Rûsyayê re li hev hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, bi rêya Neteweyên Yekbûyî bi Rûsyayê re li hev hatiye kirin.

Li Xota Rojhilat a li rojhilatê Şamê ye, operasyona yekîneyên artêşa Sûriyeyê ya li dijî gelek koman ku El Nûsra jî di nav de ye, ev çend hefte ne dewam dike. Koma bi navê Jayş el Îslam hefteya derbasbûyî ragihandibû ku ji bo çeteyên El Nûsra û El Qaîde yên li girtîgehê ne bişînin Îdlibê li hev hatiye kirin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka operasyonan ve hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Rûsya ku destekê dide Sûriyeyê, di çarçoveya agirbesta însanî ya mehekê de ragihandibû ku bomberdûmanê ji bo 5 saetan disekinîne.