Ji bo beşdarbûna Demîrtaş a mîtînga Sêrtê serlêdan hate kirin

Parêzer Şakîr Demîr ji bo namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş beşdarî mîtînga Sêrtê bibe serlêdan kir.

HDP di çarçoveya xebatên hilbijartinên 24’ê Hezîranê de wê 23’ê Hezîranê li qada Komarê ya Sêrtê mîtîngekê li dar bixe.

Li ser navê Demîrtaş parêzerê wî Şakîr Demîr, serî li Desteya Hilbijartinê ya Navenda Navçeyê kir.

Demîr xwest Demîrtaş beşdarî mîtîngê bibe û wiha got; “Rêzdar Selahattîn Demîrtaş di encama serlêdana 30.05.2018’an de ji bo beşdarbûna mîtînga di dîroka 23.06.2018 a li Qada Komarê ya Sêrtê ji aliyê desteya we ve bê pêkanîn, em dixwazin heke nikaribe were mîtîngê jî bila bi rêya SEGBİS’ê beşdarî mîtîngê bibe.”