Ji bo berxwedêrê Sûrê Rêber Varto li Wûppertalê mewlûd hat dayîn
Ji bo Ahmet Gokalp (Rêber Varto) ê li navçeya Amed Sûrê di berxwedana xwerêveberiyê ya 12'ê Adara 2016'an de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Wûppertalê mewlûd hat dayîn.

Merasîm li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Wûppetalê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê destpê kir.
Tevî gelek Kuerdistaniyan apê Rêber Varto Ferît Gokalp û malbata wî, Seroka Saziya Malbat û Xizmên Şehîdan li Ewropayê (KOMAW) Dayika Şengê, Hevserokê NCDK-Wûppertalê Savci Azar, parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Omer Guneş û meleyê mizgefta Ehmedê Xanî Mele Evdille jî amade bûn.
Piştî ku mele Evdile dua xwend, Avci axivî û got, "Gelek hevalên me yên mîna Hakî Karer, Halîl Çavgûn, Mehmet Karasûngûr, Ozan Ozsokmenler di meha Gulanê de şehîd ketin. Di şexsê wan de em hemû şehîdên meha Gulanê, şehîdên şoreşa Kurdistanê û Rêber Varto bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin."
Li ser navê malbata Rêber Varto Omer Guneş peyivî û anî ziman, ku axaftina li ser şehîdan gelekî zehmet û girîng e. Guneş got, "Di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de ya herî pîroz, şehadet e. Yên ber bi şehadetê ve diçin, di destpêkê de mejiyê xwe bi kar tînin, dûre guh didin dengê wijdanê xwe û dest bi têkoşînê dikin. Hezkirina wan a ji mirovahî û azadiyê, wijdanên wan, ji bo azadiya welêt wan ber bi şehadetê ve dibin. Lewma axaftina li ser wan zehmet e, lê erkeke girîng e."
Piştî axaftinan, nameya dawî ya Rêber Varto ji malbata xwe re nivîsandî hat xwendin û merasîma sersaxiyê bi belavkirina xwarina xêrê bi dawî bû.