Ji bo berxwedana Kobanê bi rêzdarî bejna xwe tewandin
Ji bo berxwedana Kobanê bi rêzdarî bejna xwe tewandin
Ji bo berxwedana Kobanê bi rêzdarî bejna xwe tewandin
Li gundên Misyenter û Mehserê, ku çalakiya nobedê lê tê lidarxistin, bi hezaran kesên zincîra ji mirovan ava kirin berê xwe dan Kobanê û li pêşberî berxwedanê bi rêzdarî bejna xwe tewandin.
Welatiyên li gundên Mehser û Misyenter ên çalakiya nobedê lê tê lidarxistin kom bûne, zincîra ji mirovan ava kirin û berxwedana dîrokî ya li Kobanê silav kirin. Bi hezaran jinên bi wesîleya 25'ê Mijdarê roja têkoşîn û piştevaniya navneteweyî ya li dijî tundiya li hemberî jinê hatin gundê Mehserê, di çalakiya zincîra ji mirovan de bi destê hev girtin û dirûşmên "Bijîn Berxwedana YPJ/YPJ'ê" dengê xwe tevlî berxwedana li Kobanê kirin. Bi hezaran kesên ku piraniya wan ji jinan pêk dihat, bi rêzdarî li pêşberî berxwedan û berxwedêrên Kobanê bejna xwe tewandin.
Jin, li gel hewa sar û baranê wê êvarê beşdarî meşê bibin.