'Ji bo azadiya Rêberê xwe, em her cihî bikin qada berxwedanê'

Çalakgerên vê hefteyê yên 'Nobeda Azadî ji Ocalan re' ku li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, endamên Tevgera jinên Kurd ên li Skandînavyayê ne.

Çalakiya 'Nobeda azadî ji Ocalan re' ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li pêşiya avahiyên Konseya Ewropayê û CPT tê lidarxistin, di hefteya 431'ê de bi biryardarî dewam dike. Nobeda ku hefteya derbasbûyî ji aliyê hunermendên TEV-ÇAND'ê ve hate girtin, vê hefteyê radestî Tevgera Jinên Kurd a Skandînavyayê hate kirin.

Çalakgerên vê hefteyê Cîhan Şengalî, Menîce Yîgît Yildirim, Fîrîştha Mûhamedî, Lîda Weerts, ZSelîha Dogan û zarokekî Kurd ê bi navê Azad Şengalî ne.

Jinên ji Tevgera Jinên Kurd a Skandîvyayê peyamek dan û diyar kirin ku dem dema demokrasî û azadiyê ye. Jin xwedî li pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' ya KCK'ê derketin.

'JI BO AZADIYA OCALAN BANGA BERXWEDANÊ'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê Tevgera Jinên Kurd a Skandînavyayê, ji bo azadiya Rêberê xwe me dest bi nobedê kirin. Em bawer in ku dem dema azadî û demokrasiyê ye. Daxwaza me ji gelê Kurd ew e ku dîlgirtina Rêberê me qebûl neke. Em li ku devera cîhanê dibn bila bibin, her deverê veguherînin qada berxwedanê ji bo azadiya Rêber Apo."

'DIVÊ JIN PÊŞENGIYÊ JI PÊNGAVÊ RE BIKIN'

Di daxuyaniyê de işaret bi rola jinan a di pêngava berxwedanê de hate kirin û bang li jinan hate kirin ku bi erka pêşengiyê rabin. Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê jinên Kurd divê em pêşengiyê ji vê pêngava berxwedanê re bikin. Ji ber ku jin azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin. Daxwaza me ew e ku jin û hemû gelên bindest azad bibin. Yekane kesê ku ji bo vê felsefeya azadiyê afirandiye, Rêber Apo ye, lewma divê negirtî be."

Çalakiya 'Nobeda azadî ji Ocalan re' 25'ê Hezîrana 2012'an dest pê kiribû. Çalakger ji hingî ve fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiyê ya gelan vedibêjin. Jinên Kurd jî tevî ku cihê xwe di nava komên çalakger de digirin, her wiha weke komên serbixwe jî mehê carekê tevlî çalakiyê dibin.