Ji bo azadiya Ocalan li Swêdê çalakî hatin lidarxistin

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurdistanî li paytexta Swêd Stockholmê bi meşaleyan meşiyan. Li bajarê Borlangeyê jî ciwanên Kurd belavok belav kirin.

Li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke bi meşaleyan hate organîzekirin.

Girseya gel bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stockholmê, Yekîtiya Jinan a Sara û Ciwanên Azad danê êvarê saet 18'an li meydana Norra Bantorgetê li hev civiya. Çalakgeran wêneyên Ocalan hildan û ber bi meydana Norrmalmstorgê dest bi meşê kirin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Azadî ji Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re", "Ocalan serbest berdin", "Kujer û faşîst Erdogan", "Ocalan gel e, gel em in", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.

Piştî ku li meydanê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin, çalakî bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.

BORLANGE

Li bajarê Borlangeyê jî, endamên Ciwanên Azad bi şiyara "Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Kurdistanê re" ji bo tecrîdê şermezar bikin belavok belav kirin.

Ciwanan diyar kirin ku heta tecrîd bê rakirin wê çalakiyên xwe bidomînin û heta azadiya fîzîkî ya Ocalan wê têbikoşin.