Ji bo azadiya Ocalan li Ranyayê 40 hezar îmze hatin komkirin

Ji bo azadiya Ocalan li Ranyayê 40 hezar îmze hatin komkirin

Di çarçoveya kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hatî destpêkir, li Ranya 40 hezar îmze hatin komkirin.

Di çarçoveya kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hatiye destpêkirin, bi hemû leza xwe berdewam dike. Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê di 40 hezar îmze hatin berhev kirin.

Kampanya ku ji aliyê Tevgera Hewmwelatiyên Azad û Yeksan, RJAK, PÇDK û Tevgera Ciwanên Welatparêz tê meşandin, li hemû dibistan, bazar û mal bi mal tê geradin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan û girtiyên siyasî her kes îmzeyan di avêje. Her wiha kampanya îmzeyan rastî eleqeyekî pir mezin tê.