Ji bo azadiya Ocalan li Marsîlya çalakiya greva birçîbûnê

Bi armanca bidawîkirina tecrîda girankirî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Marsîlya ya Fransayê çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan destpê kir.

Starta çalakiya greva birçîbûnê li Qada Vîeûx-Portê hate dayîn. Kurdistanî û dostên wan daxwaz kirin ku tecrîda girankirî ya ku bi salane li ser Ocalan tê kirin û bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî xwestin.

Çalakiya greva birçîbûnê bi daxuyaniya çapmeniyê destpê kir. Di tevahiya çalakiyê de tevgera Çanda Kurd TEV-ÇAND’ê bi sînevîzyonên û muzîkên amadekirî piştgirî dan çalakiyê.

Çalakiya ku Başûrê Fransa digire nava xwe ji bajarên Toûloûse, Lyon, Margnane, Montpellîer, Dragûîgane û Marsîlyayê Kurdistanî û dostên wan tevlî dibin. Çalakî bi 42 kesan destpê kir.

Li qada çalakiyê li gel posterên Ocalan pankartên  bi zimanê Fransî ku “ Ji Ocalan re azadî” tîne ziman hatin daliqandin. Çalakiya greva birçîbûnê wê roja Çarşemê saet 19:00’an bi mîtîngekê bi dawî bibe.