Ji bo azadiya Ocalan li Kolnê greva birçîbûnê hate destpêkirin

Bi slogana ‘Ji Ocalan re azadî’ li bajarê Kolnê yê Elmanyayê ji aliyê bi dehan kesan çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya ku li Ewrûpayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di navbera 23-27’ê Nîsanê de Strasboûrg di serî de li gelek bajaran greva birçîbûnê û çalakiyên rûniştinê tê destpêkirin. Kurdên ku li Eyaleta Ren Vestfalyaya Bakur a li Elmanyayê dijîn, li Rûdolfplatza Kolnê ji bo 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin. Greva birçîbûnê bi daxuyaniya çapemeniyê hate destpêkirin.

‘OCALAN JI BO GELÊ KURD SEDEMA HEBÛNÊ YE’

Li ser navê Çalakgerên Greva Birçîbûnê endamê PYD’ê Dêrsim Al Elî daxuyanî xwend. Al Elî bal kişand ser tecrîda giran a li ser Ocalan û got, “Li ser Rêber Apo, 20 sal in gef û êrîşeke mezin heye. Rêber Apo ji bo gelê Kurd sedema azadî û jiyanê ye. Em êrîşên li ser wî şermezar û protesto dikin. Em îro li Kolnê bi slogana ‘Ji Ocalan re azadî’ dest bi greva birçîbûnê dikin.”

‘NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ QEDEXEYA KURDISTANÊ’

Dêrsim Al Elî di axaftina xwe de qala qedexeyên dewleta Elmanyayê kir û got, “Li ser konê ku me vegirtiye, nivîsa ‘Frîeden în Kurdistan’ heye. Lê dewleta Elmanyayê dixwaze em vê nivîsê rakin. Li gorî wan nivîsa Kurdistan tê wateya propagandaya PKK’ê. Elmanya dixwaze vê peyva Kurdistanê qedexe bike. Em vê helwesta Elmanyayê protesto dikin. Li her cihê ku Kurd lê hene, Kurdistan jî heye, divê her kes bi vî tiştî bizanibe.”

ÇALAKIYÊN LI KOLNÊ

Di heman demê de wê li Kolnê hin rêzeçalakî jî werin lidarxistin. Ji xeynî greva birçîbûnê ew ê her roj saet di navbera 15-19’an de li pêşiya Dêra Dom wê ji bo rewşa Ocalan, standa agahdarkirinê were vekirin. Tê plankirin ku her êvar li Navenda Civakî ya Demokratîk a Kolnê panel û semîner werin lidarxistin.