Ji bo azadiya Ocalan li Hannoverê mîtîng hate lidarxistin
Greva birçîbûnê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hannoverê pêk dihat, qediya. Di dawiya grevê de mîtîngek hate lidarxistin.
Greva birçîbûnê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hannoverê pêk dihat, qediya. Di dawiya grevê de mîtîngek hate lidarxistin.
Greva birçîbûnê ya li bajarê Hannover ê Elmanyayê ku li dijî tecrîdê pêk dihat, qediya.
Nûnerên saziyên Elman, tevgerên çep ên Tirkiyeyî û Kurdistanî serdana konê grevê kirin. Di dema grevê de bi sedan belavok hatin belavkirin.
Di dawiya grevê de çalakger tevî girseya gel beşdarî mîtînga li ber gara trenê bûn.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hannoverê Ciwan Çewlig li qada çalakiyê axivî. Çewlig bal kişand ser rola Ewropayê ya di komploya navneteweyî de û diyar kir ku niha jî qedexeyan li ser Kurdan ferz dikin.
Endamê PYD'ê Bavê Emer jî diyar kir ku li Strasbourgê hevdîtin bi CPT re hatiye kirin û erênî derbas bûye.
Di dawiya daxuyaniyê de dirûşma "Bijî Serok Apo" hate qîrîn û çalakî qediya.