Ji bo azadiya Ocalan, konvoya ji wesayîtan

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyên Kurdistaniyan ên li Swêdê dewam dikin.

Li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwepêşandanek hat lidarxistin. Kurdistaniyên li bajarê Gavle jî dijîn, duh li navenda bajêr, bi heman armancê bi konvoyek ji wesayîtan geriyan.

Li mînîbusa li pêşiya konvoyê, pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdan re statuyeke polîtîk" hat daliqandin. Kurdistaniyan wêneyên Ocalan bi wesayîtên xwe ve kirin û li nava bajêr bi wesayîtan geriyan.

Di vê tûra konvoyê de stranên bi Kurdî hatin gotin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ji Ocalan re Azadî" hatin qîrîn.

...