Ji bo azadiya Ocalan 15 hezar îmze

Ji bo azadiya Ocalan 15 hezar îmze

Kampanya komkirina îmzayan ya ji bo azadiya ‘Ocalan û girtiyên siyasî’ ku beri heftiyekê li Hewlêr hatibû destpêkirin, her ku diçe eleqeya gel zêde dibe. Di nava hefteyekê de 15 hezar îmza hatine komkirin.


Li bajarê Hewlêr di çarçoveya komkirina îmzayan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê di 29'ê Nîsanê de kampanya hatibû destpêkirin. Kampanyaya ku ji aliyê rêxistinên civakî yên weke Rêkxistina Jinên Azadixwazên Kurdistanê (RJAK), Hemwelatiyên Azad, Gencanî Welatparêz, Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistan (PÇDK), Partiya Ayendeya Kurdistan û gelek rêxistin û partiyên din ve hatibû destpêkrin rojbiroj eleqeya gel zêde dibe. Kampanya ku di çarçoveya kampanya li Ewrûpa û welatên Rojhilata Navîn û Qafqasan ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî hatiye destpêkirin û zêdetirî 5 milyon îmza hatine komkirin, li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê jî di vê çarçoveyê de ji bo komkirina yek milyon îmza li hemû deveran kampanya hatine destpêkirin. Li Hewlêr pêwîste di nava sê mehan de 300 hezar îmza werin komkirin. Kampanyaya ku li rastî eleqeya gel tê heta, di nava heftiyekê de 15 hezar îmza hatine komkirin. Têkildarê kampanyayê ji komiteya amedekar û beşdarvanên kampanyayê ji ajansa DİHA'yê re axivîn.

JI BO AZADIYA OCALAN 15 HEZAR ÎMZE


Endamê Komîteya Amedekar û endamê Tevgera Hemwelatiyên Şerzad Hesen diyar kir kû bi hevkariya gelek rêkxistinên civakî û partiyên siyasî kampanya hatiye destpêkirin û pêwîste li Hewlêr tenê 300 hezar îmza werin komkirin: “Armanca vê kampanyayê azadiya Ocalan û girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyêne. Li gorî heftiye kû me li Hewlêr destpêkiriye eleqeya gel pir başe û heta niha 15 hezar îmza hatine komkirin. Jibo vê jî em bang li gelê xwe dikîn beşdariya xwe ji kampanyayê re bidin çêkirin.” Endamê Komîteya Amedekar a kampanyayê û Endamê Meclîsa Partiya Ayendeya Kurdistan Aware Mamoso Dizeyî jî nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Mebesta me ya vê kampanyayê ewe kû zextê li dewletên navnetewî bikîn kû birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî ji zindanê azad bibin. Jibo vê jî weke piştgirî dayina kampanyayên li Ewrûpa û gelek cihên din hatiye destpêkirin, me li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê jî kampanya destpêkiriye. Lewma em bang li gelê xwe dikîn kû, Rêber Ocalan ne tenê rêberê Bakûrê Kurdistanê ew rêberê her çar parçên Kurdistanê ye lewra azadiya birêz Ocalan di heman demê de çareseriya pirgirêka Kurd bixwe re tîne jibo vê jî pêwîste gelê me bi hişmendî nêz bibe û îmza bavêjin.”

Welatiyê Kurd yê ji Rojhilatê Kurdistanê Nûredîn Dûtkanlo ji îmzaya xwe jibo azadiya Ocalan avêt û diyar kir kû Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan 14 sale di zîndanê de ye, ev bi serê xwe şermek dîrokiye jibo dewletên dagirker û kapîtalîst û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan serokê me ye, serokê tevayî gelê Kurde, hemû temenê xwe di ber azadiya Kurd û Kurdisanê û biratiya gelan de da. Jibo wê jî pêwîste hemû gelê me destê xwe dane ser wîjdana xwe û îmzaya xwe bide.”

Welatiya Tirk a binavê Rûkiye Erdem kû ji Golcika Kocaeli’yê ye û bi Kurdekê re zewiciye û hemşireye, weke her Kurd û aştîxwazekê îmzaya xwe jibo azadiya Ocalan avêt, têkildarî kampanyayê bang û hestên xwe wiha anîn ziman: “Ez weke welatiyek Tirk dibêjim êdî bese ji şer, zulim, bêdadî û kuştina mirovan re, pêwîste şer bidawî bibe û ev gele bikarin bi hev re di nava aştiyê de jiyan bikin. Ez Tirkim lê gelê Kurd ne mecbûre li Tirkiyê di bin nasnama Tirk de bijî. Pêwîste mafê hemû kes û hemû gelan yê azadiyê û wekheviyê hebe. Lewra divê hemû dewlet û welatên kû dibêjin em demokrasi û wekheviyê diparêzîn pêwîste jibo azadiya Ocalan bikevin nava tevgere. Ez jî weke Tirkek tişta ji destê min tê ezê jibo azadiya Ocalan bikim.”

Erdem diyar kir kû eger gelên Tirkiyê bitaybet gelê Tirk û Kurd bibin yek û biratiya xwe saz bikin, tû hêz nikarin bikevîn nava wana de û huzura wana xirap bikin. Erdem di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez dîsa dibêjim weke Tirkekê pir keyfxweşim kû bi Kurdekê re zewicîme û pir keyfxweşim kû min jibo azadiya birêz Ocalan avêt. Bang dikim kû hemû kes, hemû alî û tevayî gelên Tirkiyê jibo aştiyek mayînde û bi hev re jiyan bikin pêwîste piştgirî were dayîna vê pêvajoyê. Jibo kû pêvajo erênî û bilez pêşbikeve divê birêz Ocalan ji zindanê were azad kirin.”