Encamnameya Konferansa "Di pêvajoyên çareserî û muzakereyan de rola Serokan" a ji aliyê Platforma ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî" diyar bû. Di encamnameyê de hat diyar kirin ropa rêbaran a di çareseriye de diyar e û ji bo aştiyê divê Ocalan azad bibe.
Platforma Ji Bo Aştiyê, Ji Ocalan re Azadî encamnameya Konferansa navneteweyî ya "Di pêvajoyên çareserî û muzakereyan de rola Serokan" aşkere kir. Konferasa ku di 13'ê Çile de li Otela Elit Worldê ya Stenbolê pêk hat, rojekê berdewam kir. Di konferansê de zedeyî 200 nivîskar, rewşenbir, rojnameger, hîndekar û siyasetmedaran amade bûn.
Di konferansê de Sazûmanarên Platformê Serokê Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, Prz. Eren Keskin, Parlamentera BDP'ê ya Amedê Emine Ayna, Prz. Ayşe Batumlu, Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, Harlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat û Hurriyet Şener, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Parlamenterên BDP'ê Sebahat Tuncel, Nazmî Gur, siyasetmedar Ufuk Uras, Akin Birdal, Endamê Înîsiyatifa Azadiya Ocalan a Navneteweyî Reimar Heîder, Parêzerê Nelson Mandela Essa Moosa û Civaknas Îsmaîl Beşikçî amade bûn.
Konferans diyarî 3 jinên siyasetmedar ên kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin hat kirin. Di encamnameyê de hat xwestin ku hevditinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, BDP û KCD'ê re bên kurkirin. Konferans ji sê rûniştinan pêk hat. Li ser dîrok û sedema pirsgirêka kurd de axaftin hatin kirin. Dîsa di pêvajoya girtina Ocalan û bêhiqûqiya li ser Ocalan tê meşandin hat rawestandin. Aliyê tekoşînê yê Mandela û Ocalan dan ber hev û vîna wan a çareseriyê hat niqaşkirin.
Di encamnameyêde hate zanîn ku di niqaşan de hat Dîtin ku ropa rêberên gelan di cîhanê de û di çareseriya pirsgirêka de gelek girîng e. Di encamnameyêde hat zanîn ku esasnegirtina reberan perçekirin bêaramî û bêewlehi derdikev holê. Di encamnameyêde wiha hat gotin: "Tirkiye ji ber muhatabê wê Ocalan e bi şens e. Bi gotina ewil çekan berde pirsgirêk çareser nabe. ETA çek berda. Lê hêj vina çareseriya dewletê tune û tundî tacîz a li ser gel berdewam dike. Divê di muzakereyan de berî her tiştî ji bo aştî pêk bê û gavên baweriyê bên avêtin divê azad, durist vekirî û ji dil gav bên avêtin. Li şûna ku yê hemberê teslîm bigire û têk bibe divê nezîkatî neyê nîşandan. Ger ku wisa be çareserî pêk nayê.
Di berdewama encamnameyê de wiha hat gotin: "Li ser paşeroja pirsgireka kurd hat rawestandin. Kesên ku kurdan bi cudakariyê sucdar dikin kurdan îkar dikin. Pirsgirêka kurd pirsgirêkek dîrokî û neteweyî ye. Hêzên Emperyalîst her tim li gorî perjewendiyen xwe her tişt pêş xistiye. Hişmendiya netew-dewlete her tim welatê biçûk xistine xizmeta xwe û li gorî berjewendiyên xwe nêzîkî wan bûne. Bi Peymana Kasri Şîrîn sînorê Îranê hat xêzkirin u Kurdistanê kirin 2 perçe. Bi peymana Lozanê jî sînorê Tirkiyeyê xêz kirin û Kurdistan kirin 4 perçe. Kesên kurdan bi cudakariyê tawanbar dikin 1600 salin Kurdistanê perçe dikin. Divê di pêvajoya çareseriyê de mafê gelê kurd yên demokratîk û nasname û statuyê bê dayîn. Divê bi lezgîn zagonên TMK, TCK'ê bên guhertin. "
Di berdewama encamnameyê de li ser rola Rêberê Ocalan û azadiya Ocalan jî hat rawestandin û wiha berdewam kir: "Di navbera Mandela û Ocalan de aliyê tekoşînê pir wek hevin. Piştî bi Mandela re muzakereyan dest pê kir gavên çareseriye hatin avêtin. Ji bo vê yekê jî divê berî her tişti şertên azadiya aliyan esas bê girtin. Divê şert û mercê Ocalan bê rastkirin û Ocalan di aliyê fîzîkî de azad bibe. Lazim e Ocalan azad be. Ew rêbereki dîrokî ye. çareserî di azadiya Ocalan re derbas dibe. Dema neçareseriyê bi xwe re bûyerên wekî Lice, Çelê û Parîsê ava dike"
Di dawiya encamnameyê de hat xwestin ku êdî dem neyê windakirin û wiha dawî li encamnameyê anîn. "Her ku dem derbas dibe kuştin didome. Xwîn dirije. Her dema ku bê çareseri derbas dibe bi xwe re bûyerên wekî Lîce Çelê û Parîsê bi xwe re tîne. Ji bo ev bûyerên xemgîn pêk neyên Azadiya Brêz Ocalan mecbûrî ye. Divê êdî dem neyê windakirin û bi lezgîn pirsgirêk bê çareserkirin. Divê êdi hikûmeta AKP'ê dest ji polîtîk û ferasat xwe ya teslîm bigire berde û durist û ji dil nêzî mijare bibe.
Divê hikûmet vê vîn û helwesta Brêz Ocalan a aştî û çaseriyê baş binirxîne. Dive hikûeta Tirkiyeyê vêpêvajoyê vegerîne pêvajoya diyalog û muzakereyan. Ji bo bûyerên Lice Çelê û Parîsê dubare nebin, ji bo aştiyê ji Ocalan re azadî"