Ji bo Atak û Çîntay banga azadiyê
Ji bo Atak û Çîntay banga azadiyê
Ji bo Atak û Çîntay banga azadiyê
Li Stenbolê, 65'emîn çalakiya rûniştinê ya "F" ku ji aliyê Komisyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ve tê lidarxistin pêk hat. Di çalakiyê de ji girtiyên nexweş Sevcan Atak û Taylan Çîntay re azadî hate xwestin.
Çalakiya ji bo girtiyên nexweş li Qada Taksîmê hate lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de ji girtiyê nexweş Sevcan Atak a di Girtîgeha Şakranê de tê girtin û Taylan Çîntayê di Girtîgeha Amedê de tê girtin azadî hate xwestin. Endama ÎHD'ê Meral Şahîn di çalakiyê de axaftinek kir û da zanîn ku, girtiyên nexweş di girtîgehan de terkî mirinê hatine kirin. Şahîn wiha got: "Çîntayê PKK'î, nexweşê penceşêra mesaneyê ye. Nikare di girtîgehê de were dermankirin. Li gel vê di girtîgehê de ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye, rastî êrîşa gardiyana hatiye."
Şahîn, piştî Çîntay balkişand ser rewşa girtiya bi navê Sevcan Atak a di Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê de tê girtin û xwest ku Atak a ji çavên xwe nexweşe bê berdan.