Ji bo 3 girtiyên nexweş çalakî hatin kirin: Rewşa wan giran e!

ÎHD’ê û Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo girtiyên nexweşên giran Makbûle Ozer, Kemal Ozçelîk û Ozge Ozbekê banga berdanê kirin.

GIRTIYÊN NEXWEŞ

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Înîsîyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bi daxuyaniyên li 3 bajaran dan ji bo berdana Makbûle Ozer a 82 salî, Kemal Ozçelîk û Ozge Ozbek a tumor li ser mejiyê wê heye bang li saziyên têkildar kir.

ÎZMÎR 

Şaxa ÎHD’a Îzmîrê 290’emîn çalakiya xwe ya ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe, li ber Sumerbanka Kevin a Konakê pêk anî. Di daxuyaniyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc” hate vekirin. Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş daxuyanî bi kurdî, endamê Komîsyona Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek jî daxuyanî bi tirkî xwend. 

Gumuş a vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweşa giran Makbûle Ozer a 82 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin wiha got: “Di 24’ê tîrmeha 2018’an de bi ser malên Makbule Ozer û hevjînê wê Hadî Ozer de girtibûn, tevî zarokên xwe hatibûn binçavkirin û piştre bi îdîaya ‘alîkariya rêxistinê kirine’ der barê Ozer û hevjînê wi de doz hatibû vekirin. Di dawiya dozê de 2 sal û mehek cezayê girtîgehê li Makbule Ozer hat birîn û di 9'ê Gulana 2022'an de ji ber vê cezayê ku di encama darizandina ne rewa de hat dayîn de hat girtin. Bi hewldana malbat, parêzer û saziyên girseyî yên demokratîk der barê pirsgirêkên tenduristiyê yên Ozer û girtina wê ya mayînde de raporên pisporên serbixwe hatin wergirtin.

Makbule Ozer ji ber pîrbuna xwe bi tena serê xwe nikare hewcehiyên xwe yên herî bingehîn ên wek serşokê pêk bîne. Nexweşiyên şekir û tansiyonê li girtîgehê pêş ketin. Her wiha Makbule Ozer a ku beriya girtîgehê amûra buharê bi kar dianî, ji ber ku li girtîgehê amûrek bi vî rengî tunebû, neçar ma timî bihata rakirin nexweşxaneyê. Ev rewş ji bo wî vediguhere êşkenceyeke zêde. Pêdivî ye ku ev amûr bi lezgînî jê re were dayîn. Astima wê jî ji ber ku ew nikare bi berdewamî amûra buharê bikar bîne pêş ketiye. 

Ozerê ku bi tirkî nizane niha li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê girtin. Di girtîgehê de girtina we êşkence û binpêkirina mafê jiyanê ye. Ji hemû neyînîyên ku dibe ATK, rêveberên girtîgehê û Wezareta Dadê berpirsyar in, ku destûr dane di girtîgehê de bimîne.

Em parêzvanên mafên mirovan, em ê rewşa Makbule Ozer ji nêz ve bişopînin û li ser rayedarên îhmalkar an jî lêkolînan bidomînin.”

STENBOL 

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê 633’yemîn a çalakiya “Rûniştina F” ku her hefte li dar dixin li ber avahiya komeleyê pêk anî. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser girtiyê nexweşê giran Kemal Ozçelîk ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Tekîrdagê tê ragirtin.

Di daxuyaniya ku pankarta “Tedawî maf e nikare were astengkirin” û “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin. 

‘NIKARE BI TENA SERÊ XWE PÊDIVIYÊN XWE BI CIH BÎNE’ 

Endama komîsyonê Meryem Bars a daxuyanî xwend nexweşiyên Kemal Ozçelîk ên di pêvajoya girtîgehê ya 30 salan de rêz kirin. Bars ê destnîşan kir ku Ozçelîk bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe pêşwazî bike û da zanîn ku dema dermankirina wî de kontrol baş nehatine kirin û dermankirina wî di nivî de maye. Bars, ragihand ku parêzer û birayê Ozçelîk serî li ÎHD’ê dane û agahiyên wan parvekirine vegotin. 

Bars, banga birayê Ozçelîk a “Birayê min di nava mayîn û nemanê de ye, divê were berdan. Ji aliyê qanûnî ve piştî 25 rojên din cezayê li birayê min hatiye birîn xelas dibe, ji xwe dê were berdan. Bila ji niha ve were berdan. Rewşa wî giran e, em dixwazin bêyî ku bimire wî bigirin” parve kir û xwest girtiyên nexweş bên berdan. 

ENQERE 

Înîsîyatîfa ji Girtîyên Nexweş re Azadî jî di hefteya 505’emîn a çalakiya xwe ya balê dikişinin ser rewşa girtiyên nexweş de careke din li ber avahiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hatin bahev. Endamên înîsiyatîfê yên li vir daxuyanî dan pankarta “Tedawî maf e, nikare were astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” vekirin. Di daxuyaniya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweşa giran Ozge Ozbek a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin.

Yazmaci, da zanîn ku Ozbek ji ber tumora li ser mejiyê wê di 27’ê cotmeha 2020’an de li Nexweşxaneya Acibadem ya Stenbolê emeliyata mejî ya vekirî derbaskiriye û piştî dermankirinê bilez ji nexweşxaneyê birine Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.

NEXWEŞIYA WÊ ZÛ PÊŞ DIKEVE

Yazmaci qala pêvajoya dermankirina Ozbekê kir û bi lêv kir ku ji ber nexweşiya zû pêş dikeve nexweşiyên epilepsi û vertîgoyê lê derketine û got: “Tumorên wê yên mejî zextê li organan dike û ji ber tumoran guhê wê yê çepê ji sedî 72 nabihîze, destên wê diricifin, hin caran nikare mîza xwe bigire. Ev rewş dê di pêşerojê de bibe sedemê windabûna dîtin, hafize û tevgerê.”

Yazmaci, destnîşan kir ku reşwa Ozge Ozbekê gelekî krîtîk e û wiha domand: “Em dixwazin Ozge Ozbek demildest were berdan. Dewlet neçare ku mafê jiyanê biparêze. Dewlet bi neberdanê berpirsyartiya xwe bi cih naîne.”