Ji bo 2 kesên tevlî çalakiyên Kobanê bûne muebet hat xwestin
Ji bo 2 kesên tevlî çalakiyên Kobanê bûne muebet hat xwestin
Ji bo 2 kesên tevlî çalakiyên Kobanê bûne muebet hat xwestin
Dozger di îdîanameya têkildarî Nîhat Tunç û Yusuf Ozdemîr de yên bi sedema li Zeytînburnu tevlî çalakiyên 6-8’ê Cotmehê bûne cezayê muebeta girankirî xwest.
Lİ Stenbolê bi sedema tevlî çalakiyên 6-8’ê Cotmehê yên ji bo piştgiriya Kobanê bûne gelek kes hatibûn binçavkirin. Detayên îdîanameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoy hat amadekirin derketin holê. Di îdîanameyê de ji bo Nîhat Tunç û Yusuf Ozdemîr ên bi sedema li navçeya Zeytînburnu ya Stenbolê beşdarî çalakiyên 6-8’ê Cotmehê bûne hatibûn girtin, bi sûcê “xerakirina yekparebûna dewletê” cezayê muebeta girankirî û ji sûcên cur bi cur heta 225 sal cezayê hepsê tê xwestin. Di îdîanameyê de ku PYD wek parçeyekî PKK û KCK tê destnîşankirin, tê diyarkirin piştî DAIŞ bi çekên giran êrîşî Kobanê kiriye, PKK’ê windahiyên mezin daye û talîmat ji aliyê Cemîl Bayik ve hatine dayîn.
Di îdîanameyê de tê gotin ku piştî talîmatên ji aliyê Bayik, pêkhateya ciwanan a PKK û KCK’ê, YDG-H di 4’ê Cotmehê de li Stenbolê çalakiyên bi molotofkokteylan û fîşekên hewayî xwepêşandanên korsan pêk anîne, li hemberî gelek kargeh, saziyên gelemperiyê û polîsan êrîş pêk hatine, hin kesên di nav YDG-H’ê de li hember polîsan çek bi karanîne û polîsek birîndar bûye.