Ji bo 2 bersûcên Komkujiya Girtîgeha Amedê biryara girtinê hate dayîn

Di rûniştina Doza Komkujiya Girtîgeha Amedê de têkildarî 2 bersûcan biryara girtinê hate dayîn.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, di 24’ê Îlona 1996’an de 11 girtiyên PKK’yî bi hêsin û daran hatibûn qetilkirin û 24 kes jî birîndar bûbûn. Rûniştina dozê ya têkildarî vê komkujiyê li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê domiya.  Di raya giştî de ev bûyer weke Komkujiya Girtîgeha Amedê tê nasîn û 89 bersûc bêyî ku werin girtin, tên darizandin. Parêzer û bersûc beşdarî rûniştina dozê bû û doz bi beşdarbûna bersûc Abdûllah Altın bi rêya SEGBÎS’ê dest pê kir.

Parêzer Mesût Beştaş rûniştina dozê de axivî û got ku hinek bersûc bi zanebûn îfade nadin û ji bo wan daxwaz kir ku bila biryara girtinê bê dayîn û got, ‘Eger çênebe wê di pêşveçûna dozê de ti guhertin pêk neyê.’

Heyeta dadgehê biryara xwe ya navberê eşkere kir û ji bo bersûc Uzeyîr Bal û Mehmet Ozay ji bo girtina îfadeya wan biryara girtinê da. Li aliyê din dadgehê têkildarî bersûc Mehmet Hancî jî biryara bi zorê anînê da. Doz taloqî meha Gulanê hate kirin.

YÊN KUJER HATIN TERFÎKIRIN

Di sala 1996’an de gardiyan û leşkeran êrîşî girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê kirîbûn, 11 girtiyan jiyana xwe ji dest dabûn û 24 girtî jî birîndar bûbûn.

Bersûcên dozê jî terfî bûbûn.