Ji Bildt parastina rojeve mafê mirovan
Ji Bildt parastina rojeve mafê mirovan
Ji Bildt parastina rojeve mafê mirovan
Hikûmeta Swêdê ya ku dema Serokwezîrê Tirk di serdanên xwe de civîna çapemeniyê dayîn mijarên binpêkirinên mafên mirovan neanîn ziman, Wezîrê Derveyê Carl Bildt bersiva rexneyan da û got ku, Serokwezîr Fredrik Reinfeldt di hevdîtinên li degel Erdogan de binpêkirinên mafên mirovan, tundiya polîsan a di dema berxwedana Geziyê de bi karanîn û rojnamevanên girtî aniye rojevê.
Bildt got: “Di dema ziyareta Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan de derfet hebûn ku em mafê mirovan, mafê îfadekirinê û rêzgirtina li azadiyê û xwepêşandanê bînîn rojevê. Bi taybet rewşa girtiyên girtî ragihand. Serokwezîr ragihand ku, Swêd ji rewşa dawiyê ya Tirkiyeyê ya di derbarê xwepêşandanên dawiyê bi gûmane. Bi taybet gunehbariyên saziyên Tirkiyeyê yên di derbarê mafên mirovan de anîn ziman.” Bildt da diyar kirin ku ji bo endamtiya Tirkiyeyê ya Yeketiya Ewropayê muzakereyên demokratîk û xebatên reformên di derbarên mafên mirovan de gelek girîngin.
Bildt da destnişan kirin ku, rêzdariya li himberî reformên demokratîk ên Tirkiyeyê yên di nava 10 salan de zêde bûye û me ev yek di rapora Komîsyona Yeketiya Ewropayê ya lêkolîn kirinan de jî dît.
Bildt anî ziman ku, mafê sendikayan jî di nava vê de tê dîtin. Tirkiyeyê Hevpeymana Ewropayê ya Rêxistina Xebatê a Navnetewî û ya Mafê Mirovan di parêze îmze kiriye, ev mafê bingehîn yên sendîkayan û rêxistin kirinê û hevpeymanên komî pirsgirêka parastinê aniye ziman.
Bildt îdia kir ku, Tirkiye ji bo hevpeymanên komî, mafê rêxistinkirina sendîkayan bi keve garantiyê bi xwesteke, bigehe standartên Yektiya Ewropayê û Bildt destnîşan kir ku, Swêdê demeke dirêje di derbarê reforman de û bazara kar û ji bo vekirina 19’mîn faslê ya polîtîkayên civakî Tirkiyeyê teşwîq dike.
Parlementerê Partiya Karkarên Demokartên Sosyal Eva-Lena Jansson di dema serdana Erdogan de qetlîama Suryanî û Ermeniya ya sala 1915’an de pirsa ka aniye rojevê yan ne jî di dema hevdîtina Erdogan de aniye rojevê lê bersiv da ku hikûmetê di derbarê siyaseta wê de guhertinek nîne.
Bildt ji roja berî Erdogan bê Swêdê gotarek di rojnameye karsazan Dagens Industriyê de bi navê “Tirkiyeya Erdogan ber bi rêya rast ve” nivîsî bû di dema ku gotar nivîsî ye AKP û Erdogan pesindayîna wan kirî bû, pişte re jî di kanalekî televziyonê de di derbarê girtina rojnamevanan de vegotinên gunehbar bi kar anîn.Serokwezîr Reinfeldt di dema li gel Erdogan civîna çapemeniyê li darxistî de binpêkirinên mafên mirovan li Tirkiyeyê ji ber ne anî rojevê rê ji bertekan re vekir.
Bildt, di derbarê gunehbariyên di derbarên xwe de qet daxuyaniyek neda.