Ji Berberiyan peyama piştgiriyê

Ji Berberiyan peyama piştgiriyê

Berberiyên li Fransayê dijîn bertek nîşanê komkujiya li Franseyê li hemberî jinên Kurd ên siyasetmedar pêk hat dan.

Komeleyên ZARÎ, Enstîtuya Jiyandina Ji nû ve a Zimanê Amazîg, AKM û AKF13 ku li Marsîlyayê faliyetan dimeşînin diyar kirin ku wan şîn îlankirine. Serokê kokmeleya ZARÎ Xaled Buyela çapemeniya Fransa û hikûmeta wê bi zimanekî tund şermezar kir.

Buyala got ku ew weke ku komkujî li hemberî wan pêk hatiye dîbin û wiha domand: “Weke ku êşa kurdan têr nake, hinek rayedarên berê yên hikûmetê ji çapemeniyê re diaxivin û komkujiyê wekê înfaza navxweyî nîşan didin û ev jî derbeyeke duyemîn li kurdan dixîne. Hikûmeta Fransayê ku bi sedan polîs ji bo girtina wan şandin gelo ji bo komkujiyê çi kirin?

Buyala da zanîn sala nû ya gelê Amazîg îro ye û wiha got: “Em bi dilşikestî ketine sala 2959’an. Em bi kurdan re di nav piştevaniyê de ne. Bila serê PKK’ê sax be. Bila kurd bizanin ku 25 milyon Berberî ligel wan e. Ji bo 3 hevalên wan rondik barandine.”

XWÎNA KURDAN EVQAS NE ERZANE

Berdevkê Enstîtuya Jiyanadina ji Nûve ya Zimanê Amazîg Ramdan Tuattîn jî wiha got: “Em vê cînayeta hovane qebûl nakin. Endamên me yên xwendekar yê li Parîsê piştî bi bûyerê hesiyan çûn cihê bûyerê. Gelê kurd birayên me ne. em niha di şînê de ne. Em kurdan di vê êşa wan de tenê nahêlin. Piştî bûyerê hinek nîqaş gelek hêrsa me tîne. Ez soz didim gelê kurd ku ji vir şûnde ez dê ligel kurdan têbikoşim. Xwîna kurdan evqas ne erzan e.”

DI BERNAMEYA SALA NÛ DE ALA PKK’Ê DALIQANDIN

Li Sahneya ku dê sala nû ya Berberiyan bihata pîrozkirin ala PKK’ê hat daliqandin. Nûnerê Navena Çanda Mezpotamya Serhad Elih di bernameya sala nû ya Berberiyan de axivî û der barê 3 siyasetmedarên jin yên kurd de agahî da û sekna gelê Berberî silav kir.”