Ji ber şahiya 1'ê Gulanê heqdestê Pêşmergeyan hat birrîn

Ji ber şahiya 1'ê Gulanê heqdestê Pêşmergeyan hat birrîn

Li Başûrê Kurdistanê, pêşmergeyên beşdarî pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya li navçeya Sîdekayê bûn hatin cezakirin û heqdestên wan hatin birrîn.

Pîrozbahiya 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê, ku ji aliyê Tevgera Welatiyên Azad ve li herêma Berbizînê ya navçeya Sîdeka hat organîzekirin, li gel astengiya hêzên ewlekariyê jî bi coşeke mezin di 3'ê Gulanê de pêk hat. Tevî astengiyên ji bo tevlêbûnê, niha jî li beşdaran ceza tên birrîn.

Hat ragihandin, 18 pêşmergeyên li herêma Berbizînê ya ser bi navçeya Sîdekayê, ji ber tevlî şahiya 1'ê Gulanê bûne hatine cezakirin. Li gorî agahiyan, hin ji van pêşmergeyan cihê wan ê kar hatiye guhertin û hin ji wan jî heqdestên wan bi qasî 150.000 hatine birrîn.
Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin, ku ev biryara cezakirinê ne ji aliyê fermandariya giştî ya pêşmergeyan ve hatiye dayîn, berovajî ev biryareke şexsiye û bi însyetîfa femandarê asayîş û îstîxbarata navçeya Sîdeka ve bi rêve diçe. 
Hêjayî gotinê ye, pir kes li başûrê Kurdistanê debara xwe bi heqdestê ji pêşmergetiyê dikin.