Ji ber pandemiya koronavîrusê 4 milyon kes nexweş ketin
Li dinyayê ji ber pandemiya koronavîrusê 4 milyon kes nexweş ketin û 276 hezar kes mirin. Hevgirtina li Tirkiyeyê zêde dibe û fikara li ser girtiyan zêde dibe.
Li dinyayê ji ber pandemiya koronavîrusê 4 milyon kes nexweş ketin û 276 hezar kes mirin. Hevgirtina li Tirkiyeyê zêde dibe û fikara li ser girtiyan zêde dibe.
Li dinyayê ji ber pandemiya koronavîrusê 4 milyon kes nexweş ketin û 276 hezar kes mirin. Herî zêde li DYE, Îngîltere, Fransa û Îspanyayê mirov ji ber koronavîrusê mirin.
Sefîrê Çînê yê li Berlînê Wû Ken ji kovara Der Spîegel a Elmanyayê re axivî û diyar kir ku ew amade ne, lêkolîneke navneteweyî li ser koka koronavîrusê were kirin.
DYE’yê îddîa kiribû ku vîrus li labaratûvareke Wûhanê hatibû çêkirin.
IMF REŞBÎN E
Dîrektorê IMF’ê Krîstalîna Georgîev diyar kir ku wê ekonomiya global derbeke giran ji şewbê bixwe. Li gorî IMF’ê wê aboriya dinyayê ji sedî 3 biçûk bibe.
TIRKIYE
Wezareta Tendirustiyê ya Tirk diyar kir ku 135 hezar û 569 kes nexweş ketine û 3689 kes jî ji ber koronayêmirine. Derketibû holê ku Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyeyê li dijî pergala raporkirinê ya Rêxistina Tendirustiyê ya Dinyayê tevdigere û daneyên rastîn eşkere nake.
Taxa Sîyavan a Rêya Hevrîşm a Wanê jî di 5’ê Gulanê de xistibûn karantînayê. Hate diyarkirin ku li vê derê 75 kes bi koronayê ketine.
FIKARA LI SER GIRTIYAN ZÊDE DIBE
Fikarên li ser girtiyên siyasî jî zêde dibe. Çend roj berê rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê destûr nedabû ku heyeta HDP, Odeya Bijîşkan a Şirnexê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) biçin serdana girtiyan.
HEVGIRTIN GEŞ DIBE
Kampanyaya Hevgirtina Malbatan a HDP’ê jî geş dibe. Li Peyasa Amedê 3 jinan li terzîxaneyekê dest bi çêkirina maskeyan kirin û wê van maskeyan belaş li mirovan belav bikin.
BÎLANÇOYA LI DINYAYÊ
Li DYE’yê milyonek û 322 hezar kes nexweş ketin û 78 hezar û 622 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li Îtalyayê herî kêm 217 hezar kes nexweş ketin û 30 hezar û 200 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li Îspanyayê 262 hezar û 783 kes nexweş ketin û 26 hezar û 478 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li Fransa yê hejmara kesên bi koronavîrusê ketîn 179 hezar û 79 kes e û hejmara miriyan 26 hezar û 230 kes e.
Li Îngiltereyê 211 hezar û 364 kes bi vîrusê ketine û 31 hezar û 241 kes mirine.
Li Elmanyayê 170 hezar û 588 kes bi vîrusê ketine û 7 hezar û 510 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li Belçîkayê 52 hezar û 596 kes bi vîrusê ketine û 8 hezar û 581 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li Hollandayê 42 hezar û 382 kes bi vîrusê ketine û 5 hezar û 422 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li Swîsreyê 30 hezar û 251 kes bi vîrusê ketine û hezar û 823 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li Rûsyayê 198 hezar û 676 kes bi vîrusê ketine û hezar û 827 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li Îranê, li gorî rayedarên hikumetê diyar kiriye 106 hazar û 220 kes bi vîrusê ketine. 6 hezar û 589 kesan jiyana xwe ji dest dane.